Li Zaxo asayîşa PDK’ê 2 xebatkarên PÇDK’ê winda kirin
Li Zaxo asayîşa PDK’ê 2 xebatkarên PÇDK’ê winda kirin
Li Zaxo asayîşa PDK’ê 2 xebatkarên PÇDK’ê winda kirin
Aşayîşa Partiya Demkokratîk a Kurdistanê (PDK) li Zaxo du xebatkarên Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê (PÇDK) di nava bazarê de girtin û heta niha jî windane. Haya kesî ji wan nîne.
Hat ragihandin ku îro di demjimêr 10:00’an de aşayîşa PDK’ê li Zaxo di nava bazarê de dû xebatkarên PÇDK’ê binçav kirine û heta niha tu agahî ji wan nayê girtin. Der barê mijarê de kesekî ji bûyerê agahdar agahî da ANF’ê û got: “ji aliyê asayîşa PDK’ê ve bê sedem xebatkarê PÇDK’ê yê bi navê Ehmed Hesen li bajarê Zaxoyê hatiye girtin.”
Heman kesî got ku piştî ew xebatkar hat girtin, bavê wî piştî ku çûye asayîşê pirsa kurê xwe kiriye ew jî ji aliyê asayîşê ve hatiye girtin û heta niha aqûbeta wan nediyare ka asayîşê çi bi serê wan aniye.