Li Zaxo qeza: 9 kesan jiyana xwe ji dest da

Li Zaxo qeza: 9 kesan jiyana xwe ji dest da

Li Herêma Federal a Kurdistanê li bajarê Zaxo tankerek petrolê qulipî û agir pêket. Li gorî agahiyên destpêkê nêzî 9 kesan jiyana xwe ji dest daye û 20 kes jî birîndar bûne.
Vê êvarê li Herêma Federal a Kurdistanê li bajarê Zaxo tankerek a petrolê li ser rê qulipî û agir pê ket û di encama wê de nêzî 15 maşîneyên din ên li ser rê jî şewitîne. Li gor agahiyên destpêkê nêzî 9 kesan jiyana xwe ji dest daye, 20 kes jî birîndar bûne.
Ekîbên rizgarkirinê û yên agirkuj sewqî cihê bûyerê hatine kirin.