Li Zaxo rojnamevan Nizar ji aliyê PDK’ê ve hat girtin
Li Zaxo rojnamevan Nizar ji aliyê PDK’ê ve hat girtin
Li Zaxo rojnamevan Nizar ji aliyê PDK’ê ve hat girtin
Li Başûrê Kurdistanê navçeya Zaxo rojnamevanekî bi navê Nizar Gilet ji aliyê asayîşê ve hat binçavkirin.
Di 28’ê Tebaxê de hêzên asayişa Zaxo yên ser bi Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) rojnamevan û nivîskarê kovara Başûr Nizar Gilet bi nasnav Nizar Bêcan binçav kir û heta niha di bin çavan de ye.
Li gorî sernivîsarê kovara Başûr Şêrwan Şêrwanî ji ajansa ANHA re axivî ragihand ku: “Ev demek dirêje rojnamevan Bêcan bi avakirina rêxistina civakî a binavê HEVPEJIRANDIN ve mijûle. Sê kesên ji asayişa Zaxo bêy kû malbata rojnamevan Bêcan agahdar bikin tenê birayê wî agahdar dikin ku birayê wî ji aliyê asayişê ve hatiye binçav kirin. Piştî çend saetek hêzên asayişê rojnamevan Bêcan digrin gel xwe û ser mala wî de digrin. Hemû tiştên taybet ên girêdayî wî weke kompîtor, belge û nivîsên wî dest danin ser û piştre bi xwe re dibin asayişê. Heta niha jî di destê wana de ye û nehatiye berdan.”
Di dawiyê de Şêrwanî got ku ger di nava 24 seatan de Bêcan neyê berdan ew dê hemû hewildanên ji bo berdana wî bikin.