Li Zurih û Saarbruckenê ji Ocalan re azadî hate xwestin

Li Zurih û Saarbruckenê ji Ocalan re azadî hate xwestin

Li bajarê Zurih yê Swîsreyê û Saarbrucken yê Elmanyayê bi çalakiyan tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protesto kirin. Di çalakiyan de hate xwestin tecrîda li ser Ocalan dawî lê were û Ocalan bê azadkirin.

Li bajarê Zurih yê Swîsreyê Meclîsên Gel, FEKAR û Meclîsa Jinan ya Bêrîtan tecrîda girankirî ya ku saleke li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çalakiyekê protesto kirin. Çalakiya ku duh li ber Avahiya Şaredariya Zurihê pêkhatibû bi sedan kes tevlîbibûn.

Di çalakiyê de li gel posterên Ocalan, KCK û PKK’ê pankartên tecrîdê protesto dikin jî hatin rakirin û jib o Ocalan slogan hatin avêtin.

Çalakiya ku kesên derdor eleqeyek mezin nîşanda, di axaftinên li ser navê Meclîsa Gel û PYD’ê hatin kirin, tecrîd hate şermezarkirin, di serî de ji bo Ocalan û hemû girtiyên siyasî azadî hate xwestin. Di axaftinan de hate gotin ku, şerê desthilatdariya AKP’ê li dijî gelê Kurd û rêbertiya wê daye destpêkirin, bi yeketiya gelê Kurd û biryarbûna tekoşînê dê serkeftî derbikeve.

Çalakî bi avêtina slogana bidawî bû.

Bi heman armancê li bajarê Saarbrucken yê Almanyayê meşek pêkhat. Ji 200 kesan zêdetir kesên li Landwehrplatz hatin gel hev û di meşê de sloganên tecrîda Ocalan şermezar dikin hatin avêtin. Bi dirêjahiya meşê balkişandin ser tecrîda li ser Ocalan, her wiha belavokên azadiya Ocalan dixwazin hatin belavkirin.

Meş bi xwendina belavokan û avêtina slogana bidawî bû.