Cenazeyê siyasetmedarê Kurd Cemal Kavak yê dawî li jiyana xwe anî, li bajarê Însbruck yê Awustiryayê îro anîn bajarê Zurîh yê Swîsreyê. Komeleya Çanda Kurdî ya li bajarê Zurîhê ji bo Kavak merasimek pêkanîn.
Dema ku îro di demjimêr 19.30’an de cenaze anîn Zurîhê bi sedan Kurdan bisloganên “şehîd namirin” cenaze pêşwazî kirin. Fuat Kav di merasima ku li avahiya Komeleyê hate lidarxistin de axaftinek û got, çalakiya Kavak serhildaneke li dijî sîstema li Ewropayê ya ku mirovan dirizîne, pêwîste ev yek baş were fêmkirin. Kav bibîrxist ku, Kavak beşek mezin yê temenê xwe weke milîtanekê derbaz kiriye û Kav got, ew dê tekoşîna wî berdewam bikin.
Mahmût Şakar jî axaftinek kir û got, 15 salên dawî min Kavak nas kir rêhevalek pir baş bû, heval û dost bû, Gelê Kurd mirovekî xweşik û egîd winda kir.
Kurê Kavak Eyup Kavak jî diyarkir ku, mirovekê ku dikeve bin erdê nayê wê wateyê ew miriye, dema hat ji bîr kirin ew mirov dimire û wiha got; “Em jî dê bavê xwe û bîranînên wî bidin jiyan kirin. Kavakek çû 6 Kavakên din jî hene.”
Piştî Eyup Kavak jî Zûhat Kobanî jî axaftinek kir û destnîşan kir ku, berê Kavak her tim li welat bû û ev helwesteke ku pêwîste hemû Kurdên li Ewropayê jiyan dikin pêk bînin.
Piştî axaftinan nameya ku beriya dawî li jiyana xwe bîne nivîsandî hate xwendin. Sînevîzyonekî kurt ya ji dîmenên Kavak pêkhatî hate pêşandan.
Sibe dê li bajarê Bulach di demjimêr 13’an de merasimek cenaze bê li darxistin û bê oxir kirin. Li vir dê bişînin bajarê Stutgart dê ji wir jî bişînin Êlihê. Cenazeyê Kavak dê di 23’ê Tebaxê di demjimêrên şev de li Êlihê be û ji wir jî dê bibin memleketê Kavak Amedê.