Licêyiyan berpirsiyarên qetlîamê lanet kirin

Licêyiyan berpirsiyarên qetlîamê lanet kirin

 Di salvegera Qetlîama Licê de Licêyiyan berpirsiyarên qetlîamê lanetkirin. 

Rêxistina BDP’ê ya Licê têkildarî 20. salvegera Qetlîama Licê li ber avahiya rêxistinê daxuyaniyeke çapemeniyê li dar xist. Ligel bi sedan hemwelatiyan, Hevserokê Rêxistina Navçeyê ya BDP’ê Harun Erkuş, Şaredarê Licê Fikriye Aytîn û endamên Meclîsa Şaredariyê beşdar bûn.

Di daxuyaniyê de Erkuş bal kişand ser qetlîam û qirkirinên di dîrokê de yên li hemberî gelê kurd. Erkuş, anî ziman ku 21’ê Cotmeha sala 1993’yan jî yek ji wan salan e, bi çekên giran û helîkopteran êrîşî navçeyê hat kirin, navçe weran kirin û bi dehan mirov hatin qetilkirin. 

Erkuş got, “Em mirovên xwe yên di qetlîamê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin û berpirsyaran bi tundî lanet û şermezar dikin.”