Lihevkirina ji bo bazirganiya çekan a gerdûnî tune ye

Lihevkirina ji bo bazirganiya çekan a gerdûnî tune ye

Encama hevdîtinên ji bo lihevkirina li ser bazirganiya çekan a gerdûnî ya ku bi beşdariya zêdetirê 170 endamên Neteweyên Yekbûyî (NY) ve nêzî mehek bû li New Yorkê pêk dihat hate aşkerekirin.

Di cîhanê de di her deqeyekê de kesek di encama êrîşa çekdarî de jiyana xwe ji dest dide. Rayedarên NY’yê dixwaze bi van peymanan rê li ber pevçûnên ku di encamê de gelek mirov jiyana xwe ji dest didin bigire.

Li gorî pêşnûmeya peymanê ya li endamên NY ji bo wê li New Yorkê li hev civiyan, gava NY’yê ragihand ku aliyek ê şer mafê mirovan bin pê kiriye, tu welatên endamên NY’yê dê tu çekan nefiroşe wî welatî. Ev yek jî hemû firotinê çekan digire nava xwe.

Ev yek ji aliyê gelek welatan ve bi geşbînî hat pêşwazîkirin û lê welatên weke Sûriye, Koreya Bakûr, Îran, Misir û Cezayî bi temamî li dijî vê yekê ne.

Her wiha, heta niha her du bazirganên herî mezin ên çekan DYA û Rûsyayê jî ji ber karûbarên mekanîzmaya qedexekirinê, peymanê îmze nekirine.

Ji ber ku lihevkirina li ser vê peymanê pêk nehat, ev yek dê di meha îlonê de biçe rojeva Civata Giştî ya NY’yê û tê payîn ku di wir de bikeve dengdanê.

Ger, li vir ji sêyan duyê welatan erê bike û ji sedî 65’ê welatan vê peymanê îmze bike, peyman dê bikeve meriyetê