Liv û tevgera hewayî ya li ser sînorê Başûrê Kurdistanê didome
Liv û tevgera hewayî ya li ser sînorê Başûrê Kurdistanê didome
Liv û tevgera hewayî ya li ser sînorê Başûrê Kurdistanê didome
Li ser sînorê Başûrê Kurdistanê liv û tevgera hewayî û leşkerî didome.
Li herêm û sînorê Şemzînanê û Başûrê Kurdistanê ku gêrîlayên HPG'ê di 23'ê Tîrmeha 2012'an de serwerî bi dest xistibûn, li qadên Gevriya Zinî û Salara liv û tevgera leşkerî zêde dibe. Li gorî agahiyên hatin bidestixstin, li herêma Gevriya Zînî û Salarayê liv û tevgera helîkopteran didome. Dîsa maşîneyên zirşî yên çekên giran bar kirine di demjimêrên serê sibehê de ji Fermandariya Tugaya Hidûdê 34'an ê Şemzînanê ber bi sînorê Başûrê Kurdistanê ve bi rê ketin. Gelek maşîneyên zirxî yên Kîrpî û 20 maşîneyên zirxî ber bi herêma sînor ve sewqîyat kirin. Hat zanîn ku, gelek welatiyên li gundê Axaspî û Bigozan ku bazirganiya sînor dikirin hatin binçavkirin.