M. Nazîf Aktaş ê PKK'yî li ser gora xwe hat bîranîn

M. Nazîf Aktaş ê PKK'yî li ser gora xwe hat bîranîn

Mûstafa Nazîf Aktaş ê PKK'yî ku di 23'ê Kanûna 1985'an de li Parîsê hat qetilkirin, li ser gora xwe ya li Goristana Pere Lachaîse hat bîranîn.

Di dema ku şovenîzman nîjadperest a Tirk propagandaya antî PKK'ê dimeşand de, 16 rêxistinên cuda hatibûn gel hev û di 23'ê Kanûna 1985'an de Mûstafa Nazîf Aktaş ê PKK'yî qetil kiribûn.

Merasîma bîranînê ya li ser gora Aktaş a li Goristana Pere Lachaîse ya Parîsê, bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Di bîranînê de, şahidên demê bûyer û bîranînên xwe vegotin.