Meclîsa Aşitiyê ya Ewropa (MAE) piştî civîna sekreterya ya yekem a piştî duwemîn kongreya xwe dauxyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji bo têkoşîna azadiyê di rêbazan de hin guhertin hatine kirin û hat diyarkirin ku ji bo pêkhatina aşitiyê divê di rêkûpêkiya civakê de guhertin çêbibin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku êdî ji aşitiyê dûr dikevin û hate diyarkirin ku di van rojên pêş de dê aşitî dûrtir bikeve.
Meclîsa Aşitiyê ya Ewropa (MAE) piştî civîna sekreterya ya yekem a piştî duwemîn kongreya xwe dauxyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji bo têkoşîna azadiyê di rêbazan de hin guhertin hatine kirin.
MAE di berdewama daxuyaniyê de wiha got; “ Divê çek bêne bêdengkirin, hevdîtin dest pê bikin, em ê bi berdewamî ji bo naskirina mafên demokratîk ên gelê Kurd bangewaziyan bikin; lê rojane jinek tê kuştin, êrîşên li hemberî Elewî û Xirîstiyanan zêde dibin, tundî êdî bûye parçeyek ji jiyana rojane ya civakê.”
MAE destnîşan kir ku ji bo di nava civaka ku her ku diçe tundî zêdetir dibe de aşitî pêk bê, divê guhertinên cidî di rêkûpêkiya civakî de bên pêkanîn û got; “Têkoşîna aşitiyê, parçeyek girîng a têkoşîna guhertina civakî ye.”
MAE’yê di dawiya daxuyaniya de bang li AKP’ê kir ku pevçûnan rawestîne, tecrîda li ser Ocalan rake û kesên ji doza KCK’ê hatine girtin serbest berde.