MAF-DAD Kongreya xwe pêk anî
MAF-DAD Kongreya xwe pêk anî
MAF-DAD Kongreya xwe pêk anî
Komeleya Demokrasî û Mafên Mirovan a Navneteweyî (MAF-DAD) bi kongreyê re armancên xwe yên ji bo dema nû aşkera kir. Di çarçoveya armancên nû de wê MAF-DAD di mijarên mafên mirovan û statuya Kurdan de hîn bêtir bixebite û xwe weke tevneke berfirehtir bi rêxistin bike.
MAF-DAD ku ji sala 2007'an û vir ve li qadên mafên mirovan, demokrasî, pîvanên huqûqî yên gerdûnî de kar dike, sêyemîn kongreya xwe ya asayî duh li bajarê Elmanya Kolnê pêk anî.
Di kongreyê de raporên li ser xebatên dema berê hatin xwendin û nîqaşkirin û ji bo xebatên dema pêş jî pêşniyar hatin kirin. Gelek parêzer û huqûqnasên Kurd ên bi awayekî çalak beşdarî xebatên komeleyê bibin di kongreyê de cih girtin. Di kongreyê de weke armanca dema pêş hat destnîşankirin ku xebatên nîşandan binpêkirina mafên mirovan ên Kurdên li Kurdistan û Ewropayê û têkoşîna li dijî qedexeya PKK'ê li qada navneteweyî bê meşandin.
HEIKE GEISWEÎD: “ME MORA XWE AVÊTIN BINÊ KARÊN GIRÎNG”
Serokê Desteya Rêberiyê ya MAF-DAD'ê parêzer Heike Geisweid axaftina destpêkê ya kongreyê kir û diyar kir komeleya wan mora xwe avêtine binê gelek xebatên girîng û anî ziman ku ew biryardar in di dema pêş de armancên xwe bicih bînin. Geisweid anî ziman ku wan ji 2010'an û vir ve dozên siyasî û konferansên navneteweyî şopandine, der heqê binpêkirinên mafên mirovan de agahdarî kirine û hewl dane bi komeleyên huqûqnasan ên Ewropî re têkiliyê deynin.
“DIVÊ MEJIYÊ 'TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TERORÊ' BÊ LÊPIRSÎN"
Endamekî din ê Desteya Rêveber parêzerê Elman Hans-Jurgen Schneider jî bal kişand ser cotstandardiya ku di bin navê 'têkoşîna li dijî terorê' de tê meşandin. Schneider got, "Yên li Sûriyê radihêjin çekan û êrîşî tankê dikin mîna 'dostê Ewropayê' û 'maqûl' tên dîtin, lê dema heman çalakî li Tirkiyê tê kirin weke 'terorîst' tên kirin" û destnîşan kir ku divê li dijî 'terorîze'kirina mafên Kurdan têkoşîn were dayîn. Schneider ragihand ku divê feraseta têkoşîna li dijî terorê hîn bi zelalî were nirxandin û teşhîrkirin.
AVAKIRINA TEVNEKE BERFIREH
Rêveberekî din ê komeleyê parêzer Mahmût Şakar ku ji avabûna MAF-DAD'ê û vir ve dixebite, anî ziman ku xebatên demên berê herçend têrker nebin jî gihaştiye qonaxeke girîng. Şakar diyar kir ku MAF-DAD bi tenê ne yekitiya huqûqnas û parêzeran e û destnîşan kir ku komeleya wan xwedî daxwaza têkoşîna huqûqî ya li dijî her şêweyên binpêkirinên mafan e.
Şakar di axaftiya xwe de anî ziman ku pêwistiya wan bi alîkariya huqûqnasên Kurdistanî û Ewropî yên li Ewropayê dijîn heye û da xuyakirin ku ew dixwazin xebatên xwe di nava tevneke berfirehtir de bimeşînin.
Di kongreyê de, parêzer û huqûqnasên MAF-DAD'ê, der barê xebatên dema pêş de pêşniyar û nêrînên xwe anîn ziman.
MORA XWE AVÊT BINÊ XEBATÊN BI BANDOR
MAF-DAD ku ji sala 2007'an û vir ve li bajarê Elmanya Kolnê di nava çarçoveyeke dorfireh de xebatên xwe dimeşîne, hewl dide parêzvanên mafên mirovan û huqûqnasên Ewropî û Tirkiyeyî bîne gel hev. Di nava endamên komeleyê de Parlamenterê berê yê Federal û endamê Partiya Çep (Die Linke) Profesor Norman Peache û Serokê Lîga Mafên Mirovan a Navneteweyî parêzer Dr. Rolf Gossner jî hene.
Komele ji avabûna xwe û vir ve mora xwe avêt binê gelek xebatên navneteweyî. MAF-DAD'ê du caran Konferansa Huqûqê ya Navneteweyî lidar xist û bi dehan parêzvanên mafên mirovan ên navdar ji gelek welatan beşdar bûn.
MAF-DAD'ê di Mijdara 2011'an de tevî gelek parêzvanên mafên mirovan ên Elman, li Elmanyayê giliyê Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan û Serokê Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk Necdet Ozel kiribû û bi vê hewldana xwe re bal kişandibû ser xwe. Di doza li dijî Erdogan de hatibû xwestin ku tevî bikaranîna çeka kîmyewî ya li Geliyê Kazan a li dijî gerîlayên HPG'ê, Erdogan di gelek sûcan de li gorî huqûqa ceza ya navneteweyî bê darizandin.
XEBAT DÊ BAŞTIR WERIN NASANDIN
MAF-DAD ku piraniya endam û rêveberên wê ji huqûqnasên Elman pêk tê dixwaze di dema nû de gelek parêzer, pisporên huqûqê û lêkolînêrn Kurd û Ewropî di bin sîwana xwe de vehewîne.
Komeleyê her weha gelek mijarên mîna qedexeya PKK, di nava huqûqa navneteweyî de statuya gelê Kurd, destûra bingehîn a nû, penaberên ji Rojavayê Kurdistanê xistiye hundirê ajanda xwe. MAF-DAD wê di dema nû de giraniyê bide xebatên xwe yên agahdarkirinê.