Mahmut Alinak cara 9. ket girtîgehê
Mahmut Alinak cara 9. ket girtîgehê
Mahmut Alinak cara 9. ket girtîgehê
Parlamenterê berê yê Qers û Şirnexê Mahmut Alinak bi îdîaya heqaret li polîsekî kiriye cara 9. ket girtîgehê.
Mahmut Alinak di sala 2008’an de li Qersê bi îdîaya heqaret li polîsekî kiriye ji aliyê dadgehê ve 14 meh û 17 roj cezayê girtîgehê lê hatibû birin. Di encama ku ceza ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat erê kirin Alinak cara 9. ket girtîgehê.
Alinak ê li ber Edliyeya Qersê daxuyanî da rojnamevanan nerazîbûna xwe ya li hemberî ceza bi van gotinan anî ziman: “Ev ceza ji bo min madalyayeke şerefê ye.”
Alinak piştî kar û barên wî yên li edliyeyê şandin Girtîgeha Sergirtî ya Qersê.