Mala Gel a Kobanê alîkarî li 6 hezar û 548 malbatan belav kir

Mala Gel a Kobanê alîkarî li 6 hezar û 548 malbatan belav kir

Mala Gel a Kobanê ji bo belavkirina alîkariyên ku ji Bakurê Kurdistanê hatine di 3'ê Cotmehê  de komîteyek ava kir. Ji wê demê û vir ve komîteyê alîkarî li 6 hezar û 548 malbatên xizan û koçerên ji Reqa û Girê Spî belav kir.

Piştî êrîşên komên çete yên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê/Eniya El-Nusra li dijî herêmên Rojava zêde bûn, bi hezaran malbatên kurd ji Reqa û Girê Spî (Til Ebyed) koçî Kobanê kirin. Mala Gel a Kobanê bi armanca piştgiriyê  bi malbatên xizan û koçeran re bikin di 3'ê Cotmehê de komîteyek ava kir. Komîteya ji 8 kesan pêk tê ji roja yekem a damezirandina xwe de ket nava xebatan de û lijneyên herêma ava kirin. Lijneyên ku di malên gel ên gundan de bi cih bûne alîkarî û pêdiviyên welatiyan destnîşan kirin, her wiha alîkariyên ji gelê Bakurê Kuridstanê hatibûn li malbatên xizan û koçber belav kirin.

Rayedarên mala Gel a Kobanê dan zanîn ku lijneya gundên başûr rojavayê Kobanê alîkarî li 1200 malbatî belav kir, Lijneya gundên rojavayê Kobanê jî alîkarî li 2 hezar û 348 malbatî belav kirû lijneya Kobanê alîkarî li 3 hezar malbatî belav kir.

Komîte û lijneyên wê ji belî belavkirina alîkariyan navê koçeran qeyd dike û cihê û pêdiviyên jiyanê  ji wan re peyda dikin.