Mala ku bingehê şoreşê lê hat danîn

Mala ku bingehê şoreşê lê hat danîn

Di warê dîtbarî de li Kobanî ji xaniyê din ne cuda ye. Wek xaniyên dora xwe ku welatiyên xizan tê de dijîn. Lê 32 sal berê hîmê şoreşê ku îro li Rojavayê Kurdistanê pêk tê hatin avêtin.

Girîngiya xaniyê jî piştî salan şûn de bi têkoşîna ku azadiyê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye  hate fêmkirin.  Xanî mala ku Ocala lê dima bû.  Ocalan di tîrmeha 1979’an de  dema derbasî  qada Rojhilata Navîn bûn li Kobanî li vê xaniyê ma. Tu tişt jê neguhere. Dîwarên xanî yên derve wek xwe ne. Lê li hewşê odeyên nû hatine çêkirin.  Lê odeya ku Ocalan lê diman ji taybetiyên xwe titşek wenda nekiriye.

LI VÊ XANIYÊ DÎROK HAT NIVÎSÎN

Yên wê demê zarok bûn niha mezin bûne û bûne xwedî zarok. Yên ciwan niha kal bûne û yên kal jî mirine. Lê xanî weke berê ye.  Nevaz Aluş ya ku ji Helebê reviya û hat vî xaniyê şopên ku Ocalan li vî xaniyê hiştiye vegot.

Aluş got ku dema Ocalan hat vê xaniyê bavê wê miriye û li mal dayika wî Edlê û birayê wî Enver û Omer diman. Aluş wiha got: “Xizmê me Ethem Akcan serokatî anî mala me.  Ne nedizanî kî ye, ji bo çi hatiye. Tenê Ethem dizanibû. Dibe ku ji her du birayên min re gotibe.  Ji bilî wan kesî nedizanî. Weke mîvanê me dizanîn.  Digotin ji zilma dewleta Tirk reviyaye hatiye vir.”

Aluş got  ku dayika wê Edlê bûye şahidê wan rojan û got: “Herî baş dayika min dikare wan rojan vebêje. Dayika min di 2006’an de jiyana xwe ji dest da. Şoreşa Rojava nedît. Dayika min digot; ‘dema serokatî li vir bû qet dernediket derve.  Her tim dixwend û dinivîsî. Zextên dewletê wê demê pir bû. Ji ber wê çend rojan carekê cihê xwe diguhert. Çend rojên dîn disa dihat mala me. Me nedibir malên xerîb. Tenê diçû mala apê te.’ Dayika min got piştre wan Serokatî birina mala me ya gund û 40 rojan li vir maye.”

Aluş got ku bi pêşketina têkoşînê re Ocalan hatiye nasîn û got: “Serokatî li mala me û gund gelek tişt nivîsî.  Gelek tiştên nivîsibû hiştibû û çûbû.  Me xwendin û girîngiya wê dîtin. Me ew parastin. Lê piştre di carekê de deftera wî wenda bû.”

ŞOREŞA ROJAVA LI VIR DEST PÊ KIR

Aluş diyar dike ku şoreşa îro ya Rojava ya di tîrmeha 2012’an de dest pê kir, digihêje bandora wan rojan û got: “Serokatî jî di meha Tîrmehê de hatibû vir. Şoreşê jî li vir dest pê kir. Ev şoreş  di esasa xwe de bi vê pêngava dîrokî re dest pê kir.  Yanî hîmê vê şoreşê 32 sal berê di meha tîrmehê de hatibû avêtin.  Şoreş roja ku serokatî hat vir dest pê kir.  Me hilberîn 32 sal şûnde girt.  Yanî serokatî hat vir pêngav avêt û berdewam kir.”

Aluş da zanîn ku kurdên Rojava berê jî têkoşîn dane û got: “Lê ev têkoşîn têra şoreşê nekirin. Ji ber ku şoreş ancax Rêber bikin. Têkoşînên berê dihatin meşandin têrî şoreşê nedikir. Bê guman ji bo şoreşê piştgirî bûye. Lê hêz têr nekiriye.

SEROKATÎ DÎROKA ME LI VIR NIVÎSÎ

Aluş got ku ligel ku dayika wan mir, birayên wî Enwer û Omer ji malê veqetiyan jî dest nedan wê malê û gotin ku carna vala bimîne jî li şûna firotin an jî hilweşandinê em avahiyeke nû jî çênakin. Aluş wiha pê de çû: “Piştî salan şûnde  me fêm kir ku dîroka me ji aliyê serokatiya me ve li vê derê hatiye nivîsin. Me meznahiya serokatiyê fêm kir.  Dema me meznahiya serokatiyê fêm kir me girîngiya xanî jî fêm kir. Ji ber wê şert û merc çi be bila bibe birayên min ev xanî parastin...”

WÊ DEMÊ ZAROK BÛ…

Nevaz Aluş ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibêje : “Ligel me li mala apê min jî dima,  ew xaniyan jî wisa sekiniye. Pêşniya xanî hinek nû kirine. Lê odeya ku Ocalan lê maye, wek xwe hiştine. “ Rodîn Mehemet Emîn diyar kir ku dema serokatî çûye mala wan hêj 3 salî bû û got: “Ez wê demê zarok bû. min tiştek fêm nedikir. Dema min hinek tişt fêm dikir, êdî her kesî serokatî nas dikir. Piştî vê bavê min dest neda odeya serokatiyê û kurapê min Ethem Akcan. Ode wisa hişt. Niha em odeyê diparêzin.”

Rodîn Mehmet diyar dike ku dayika  5 zarokane û li heman malê bi zarokên xwe re dijî. Mehemet Emîn wiha got: “Wê demê em bi malbata xwe re di bin tirsa rejîma Baas de li vê xaniyî diman.  Niha jî me wêneyên serokatî û kurê apê min Ethem li odeyê daliqandiye. Navê hemû zarokên me jî navê wan şoreşgerane. Ji vê xweştir tişt tune.  Ev hest wisa ne hêsane mirov bînin ziman. Niha em bê tirs û fikar al û wêneyên xwe didaliqînin.”

Emîn got ku ev hîmê li vî malê hatiye avêtin dê bi azadiya kurdên başûr, bakûr û Rojhilat  encam bibe û got: “Agirê şoreşê bi derketina serokatiyê li bakur hat pêşxistin. Ev agir li Rojava bi şoreşê encam bû.  Rojekê dê bi hemû azadiya kurdan encam bibe. Lê ya girîng divê em xwedî li şoreşa xwe derkevin.”

Nevaz Aluş û Rodîn Mehemet Emîn bi hişmendiya zanebûna girîngiya dîrokî ya xanî bi zarokên xwe li wir dijîn.  Aluş û Emîn diyar dikin ku divê ev xaniyên ku ji pêvajoyên dîrokî re şahidî kirine bibin muze. Her wiha cihên ku dîrokên gelan lê dest pê kirine her tim wek cihên pîroz hatine dîtin…

Aluş û Emîn diyar dikin ku dîroka kurdan, dîroka jin, şoreş û mirovahiyê dîsa li vir dest pê kiriye…