Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin

Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan, xizm û malbatên du girtiyên li Girtîgeha Îmraliyê, ji bo hevdîtinê pêk bînin serlêdan kirin.

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan, ji girtiyên li Îmraliyê Şêxmûs Poyraz xwişka wî Felek Cizlamaz û keça wî Nalan Poyraz, wasîsa Cûmalî Karsû Pervîn Odûncû, ji bo biçin Îmraliyê û bi xizmên xwe re hevdîtinê bikin, serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Eger bersiveke erênî ji malbatan re bê dayîn, dê roja Duşemê têkevin ser rêya Girava Îmraliyê.