Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin

Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û xizmên girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo biçin Îmraliyê, serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. 

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan, xwişka Şeymus Poyraz Felek Cizlamaz û keça wî Nalan Poyraz û xizma Cumali Karsu Pervin Oduncu, bi boneya biçin li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê bi xizmên xwe re hevdîtin bikin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Ger ku bersîvek erênî bidin serlêdanê, Birayê Ocalan Mehmet Ocalan û xizmên girtiyên din dê roja Duşemê biçin Îmraliyê û hevdîtinê pêk bînin. 

Hefteya borî serlêdana malbatan dîsa bi hinceta "keştî xerabe ye" hatibû redkirin.