Malbat ketin ser rêya Îmraliyê

Malbat ketin ser rêya Îmraliyê

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehet Ocalan û birayê Cûmalî Karsû Hanîfî Karsû, ketin ser rêya Îmraliyê.

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehet Ocalan û birayê Cûmalî Karsû Hanîfî Karsû, ji bo hevdîtinê pêk bînin ketin ser rêya Îmraliyê.

Mehmet Ocalan û Hanîfî Karsû danê sibê hatin Fermandariya Jendermeyan a Gemlîkê û piştî kar û barên li vê derê, ketin ser rêya Îmraliyê.

Herî dawî roja 29'ê Tîrmehê xuşka Ocalan Fatma Ocalan, xalê wî Suleyman Arslan û xuşka Şeymus Poyraz Felek Cizlamaz û ji malbata Cûmalî Karsû Pervîn Ordûncû çûbûn girava Îmraliyê û bi xizmên xwe re hevdîtin pêk anîbûn.