Malbat ketin ser rêya Îmraliyê
Malbat ketin ser rêya Îmraliyê
Malbat ketin ser rêya Îmraliyê
Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û malbatên 2 girtiyên li Îmraliyê ji bo bi ximzên xwe re hevdîtinê pêk bînin, ketin ser rêya Îmraliyê.
Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan, xwişka Şêxmûs Poyraz Felek Cizlamaz, kurê wî Mazlûm Poyraz, neviyê wî yê 2,5 salî Harûn Poyraz, wasiya Cûmalî Karsû Pervîn Odûncû, ji bo bi xizmên xwe re hevdîtinê pêk bînin danê sibê hatin Fermandariya Jendermeyan a Gemlîkê. Piştî kar û barên li vê derê, hat ragihandin ku dê ji neviyê Poyraz Harûn Poyraz re ji bo çûyîna Îmraliyê destûr neyê dayîn. Ji ber vê yekê xwişka Poyraz Felek Cizlamaz jî ji bo Harûn Poyraz ê 2,5 salî bi tenê nehêle, nekarî biçe Îmraliyê.
Piştî Mehmet Ocalan, Mazlûm Poyraz û Pervîn Odûncû ketin ser rêya Îmraliyê. Tê payîn ku malbat danê êvarê ji Îmraliyê vegerin.