Malbata ciwanê ket xefika çeteyan ji ANF'ê re axivî
Malbata ciwanê ket xefika çeteyan ji ANF'ê re axivî
Malbata ciwanê ket xefika çeteyan ji ANF'ê re axivî
Careke din eşkere bû ku cemaet bi taybetî ciwanên Kurd dixe xefika xwe û dişîne nav çeteyên li Rojava li dijî gelê Kurd şer dikin. Çend roj berê li gundê Susîkê yê herêm Girê Spî nasnameya T.C. ya A.S. yê 17 salî hat dîtin û derket holê ku nûmarayên telefonê yên li gel nasnameyê hat dîtin, yê malbata ciwanekî din ê Kurd F.A. ye. Balkêş e ku her du ciwan jî ji Semsûrê ye. Kekê F.A, M.A. ji ANF'ê re peyivî û diyar kir ku birayê wî ji 6'ê Hezîrana 2013'an û vir ve wenda ye û di nava vê demê de du caran li wî geriyaye û gotiye ku ew li Sûriyê ye. M.A. da xuyakirin ku birayê wî xwedî baweriyeke xurt e, nimêja xwe her dem dike û got, "Cemaetê bîr û baweriya birayê min bikar anî û ew xist xefika xwe."
Di nûçeyeke beriya du rojan a ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) de eşkere bû, ku li gundê Susîkê yê YPG'ê rizgar kir, nasnameya A.S yê 1 salî yê ji gundê Bûrçakli yê navçeya Semsûr Gergerê, lênûsek û wêneyê pankarteke bi nivîsa "Laîlaheîllallah Muhammed resûlullah/ Eniya Îslamiya Kurdî " hatibûn dîtin. Di lênûsa mijara gotinê de notên ji bo hînbûna bikaranîna çekê, notên ji bo hînbûna zimanê Erebî, agahiyên li ser cemaetê, dersên olî, her weha nûmareyên telefonê yên bi navê dê û bav hebûn.
Nûmarayên ku ji bo şopandina şopa A.S, çîroka ciwanekî din ê ketiye xefika çeteyan nîşanî me da. Derket holê ku nûmarayên mijara gotinê ne yê A.S. yê 17 salî, yê ciwanekî din ê Kurd ê bi navê F.A 23 salî ye, ku ew jî ketiye xefika cemaetan û şandine Sûriyê.
LI FATÎHÊ CEMAETEK
Li taxa Guneşlî ya Bagcilarê, ku malbat lê rûdinê, me hev dîtin lê malbat gelekî tengav bû. Di hevdîtinê de dayik û du kekên F.A amade bûn û malbatê nexwest em wêneyan bikşînin. Malbatê diyar kir ku kurê wan ketiye xefikê. Kekê M.A da xuyakirin ku çi hatiye serê birayê wî di nava 4 salên dawî de hatine serê wî û got, "
"Dema Dibistana Amadeyî ya Anadolu Bagcilarê qedand, ji nişka ve guherî. Ji xwe yekî bêdeng bû. Hîn bêtir bêdeng bû. Ji nişka ve şekil û şemalê xwe guherand. Mîna endamên cemaetê rî berda, şelwer li xwe kir. Ber destê sibê ji malê derdiket, êvarê vedigeriya. Dema me dipirsî ka ji ku derê tê, digot ew ji taxa Fatîhê tê. Dûre ez pê hesiyam ku bi cemaeteke ez navê wê hîn nebûm, digere. Ji xwe mirovekî 'serhişk' bû û nimêj dikir. Berê bi yewmiye dixebitî, keçeke evîndara wî hebû, dixwest pê re bizewice. Lê dûre dest ji kar berda. Mijara zewacê jî qet neanî ziman. Berî wenda bibe timî behsa "qezençkirina bihuştê-cennetê" dikir. Gelekî difikirî.
2 CARAN BI TELEFONÊ GERIYA Û GOT EW LI SÛRIYÊ YE
Roja 6'ê Hezîranê mîna her rojê hat malê. Piştî nimêja xwe kir got 'ez derdikevim' û çû. Çû êdî hew hat...Min serî li hemû qereqol û nexweşxaneyan da. Çûm qereqola Bagcilarê û min serlêdana wendabûna birayê xwe lê kir. Polîsan gotin ewê lêkolbîn bikin. 52 roj derbas bûn, hînê lêkolîn dikin. 10 roj piştî wenda bû F. li birayê min ê dinê geriya. Gotibû ew li Sûriyê ye, rewşa wî baş e, bila wî meraq nekin û telefon girtibû. Em li vê nûmara ji welatekî biyanî geriyan, lê yekî bi zimanê Erebî diaxivî, telefon vekir. Ez bawerim, wî ji kabînê li me geriya. Herî dawî berî du hefeyan vê carê li malê geriya. Got ew baş e, ji bo Xwedê çûye Sûriyê û alîkariyê belav dike. Ev lêgerîna wî ya dawî bû.."
JI SEDî 4 NABIHÎZE
M.A. diyar dike ku birayê wî ji 15 saliya xwe û vir ve ji sedî 40 guhê wî giran e û nikare baş bibihîze û got, "Gelekî kêm dibihîst. Ji ber pirsgirêka di guhê wî de, di bêvila wî de jî îltihap hebû. Herî dawî berî du salan emeliyat bû, lê rewşa wî baş nebû. Ji ber vê pirsgirêkê, neçû leşkeriyê. " M.A. da xuyakirin ku cemaetê hestên pak ên birayê wî bikar aniye, ew xistiye xefika xwe û got, "Birayê min gelekî pak bû, bi hêsanî dikarî bihata xapandin. Eger ez navê vê cemaeta li Fatîhê hîn bibim, ezê nîşanî wan bidim ka xapandina mirovekî tê çi wateyê. Ev 52 roj in em li vir ji miraqê dimirin. Ti cih nema ku em lê negeriyane. Hem tuyê behsa baweriyê bike, hem jî Kurdan bi Kurdan bide kuştin."
KURÊ MIN GÊRÎKEK JÎ NE DIÊŞAND
Dayik dibêje F.A ji 7 zarokên wê yê pêncemîn e û xwe ji niha ve ji mirina kurê xwe de amade dike. Dayika dilşewat dibêje 52 roj in xew nakeve çavên wê û tîne ziman ku ew gelekî ditirse, lê bimire jî ew teqdîra Xwedê ye. Dayikê got, "Kurê min gêrîkekê jî naêşîne. Vana çi ji zarokên me dixwazin?" Dayikê lanet li ew kesên kurê wê xapandine û şandine Sûriyê, anî.