Malbata Dogan ji aliyê hezaran ve hatin defin kirin
Malbata Dogan ji aliyê hezaran ve hatin defin kirin
Malbata Dogan ji aliyê hezaran ve hatin defin kirin
Cenazeyê Seyhan Dogan a di sala 1995'an de hat binçavkirin û qetilkirin, li ser wesiyeta dayîk û bavê wê, Asiye û Remezan Dogan li gel hestiyên dayîk û bavê xwe di heman gorê de hatin definkirin. Li ser wesiyeta dayîk û bav cenazeyên dayîk û bav ji Goristana Asrî ya Şirinevlerê hatin derxistin û ligel yê Seyhan bi tevlîbûna hezaran kesan li Kerboranê hat definkirin.
Li navçeya Kerbarênê ya Mêrdînê di 2-6'ê mijdara 1995'an welatiyên bi navê Davut Altinkaynak, Suleyman Seyhan, Hikmet Kaya, Abdurrahman Coşkun, Abdullah Olcay, Mehmet Emin Aslan, Nedîm Akyon û Seyhan Dogan li Fermandariya Cendirmeyan a Kerboranê hatin binçavkirin û windakirin. Sala par di gora komî de hestiyê Seyhan Dogan hatibû dîtin. Li ser daxwaza dayîka wê Asiye Dogan û bavê wê Remezan Dogan hestiyê Seyhan Dogan ligel hestiyê dayîk bavê wê di heman gorê de bi merasimek mezin hatin definkirin.
KEÇ-DAYÎK Û BAV DI HEMAN GORÊ DE HATIN DEFIN KIRIN
Piştî sala par hestiyê Seyhan Dogan di gora komî ya Kerboranê de hat dîtin û rojên borî di testa DNA'yê de hat ronîkirin, li ser wesiyeta dayîk û bavê wê di heman gorê de hatin definkirin. Li ser wesiyeta dayîk û bav Asiye û Remezan cenazeyên dayîk û bav ji Goristana Asrî ya Şîrînevlerê hatin derxistin û li Goristana Kerboranê hestiyê dayîk, bav û keça malbata Dogan di heman gorê de hatin definkirin. Destpêkê bi destûra dozger hestiyê cenazeyê Dayîka Asiye Dogan ya ku di 31'ê Cotmeha 2000'an de jiyana xwe ji dest da û Bav Remezan Dogan ê di 24'ê Tebaxa 2010'an de jiyana xwe ji dest da, ji goristanê hatin derxistin. Hestiyê dayîk û bav li Tesîsên Westînê ya Badayê ya Kerborana Mêrdînê hatin pêşwazîkirin. Cenazeyên hevserên Dogan bi karwaneke mezin birin Kerboranê di merasimê de parlamenterê BDP'ê yê Mêrdînê Erol Dora, rêveberên BDP'ê, MEYADER, TUHADER, ÎHD û Înîsiyatifa Dayîkên Aştiyê jî di nav de bi hezaran welatî amade bûn.
BIHEZARAN WELATIYAN CENAZE PÊŞWAZÎ KIRIN
Karwana ku ji sedan maşîne pêk dihat cenazeyên dayîk, bav û keça malbata Dogan wergirtin û birin Kerboranê. Karwana mezin li ser rê ji aliyê welatiyên gundên derdorê ve bi silogan û tilîliyan hatin pêşwazîkirin. Karwan li Kerboranê ji aliyê zêdeyî 5 hezar kesan ve hat pêşwazîkirin. Esnafên navçeyê jî neçûn ser kar û tevlî karwana merasima cenaze bûn.
Girseyê di meşê de pankarta "Şehîdên me rûmeta me ne" vekir û alên PKK, KCK û YPG'ê rakirin. Dîsa posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bilind kirin û bê navber siloganên "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo", "Li çiyê li Apoyiyan negerin, Apoyî li her derê ne." "Bijî berxwedana YPG", "Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav" qîr kirin.
Ji 7 salî heta 70 salî hemû welatiyên navçeya Kerboranê ji malên xwe derketin û herikîn ser goristanê. Her kesî wêneyên malbata Dogan rakirin û silogan avêtin. Gelek welatiyên tevlî meşê bûn rengên kesk, sor û zer bilind kirin. Cenaze destpêkê li Mizgefta Safa hat rawestandin û piştî kar û barên olî cenaze li ser milan birin goristanê. Dayîkan cenazeyê Asiye Dogan danîn ser milê xwe û yên bav Remezan jî ji aliyê zilaman ve hat hilgirtin. Derdora goristanê bi alên PKK, KCK û Konfederalizmê hat pêçan. Dîsa posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin bilindkirin. Di merasimê de wêneyên Asiye, Remezan û Seyhan Dogan û posterê mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin daliqadin. Piştî cenaze spartin axê qurnefil avêtin ser gorê. Di merasimê de qêrîn û zimêra malbatên ku zarokên xwe winda kiribûn erz û ezman perçe kir.
Piştî definkirinê girseyê sirûda "Çerxa şoreşê" xwend û ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz girtin. Nûnerê MEYA-DER'a Mêrtînê Remezan Kalkan û Parlamanterê BDP'ê yê Mêrdînê Erol Dora axaftin kirin.
Birayê Seyhan Dogan Kadir Dogan anî ziman ku, wan wesiyeta dayîk û bavê xwe bi cih anî û ji ber vê yekê pir aram in. û wiha got: "Xwişka min li gel 7 hevalên xwe di 2-6'ê Mijdara 1995'an de hatin binçavkirin û qetilkirin. Sala par li Gundê Trowa di gora komî de hestî hatin dîtin. Me li ser wesiyeta dayîk û bavê xwe hestiyê xwişka xwe di heman gorê de defin kir. "
Pişti definkirina cenaze girse meşiya taxa Safa û Konê sersaxiyê ku hat vekirin ziyaret kirin.