Malbata gêrîla Dolu 23 rojin nikarin cenazeyê xwe bigirin
Malbata gêrîla Dolu 23 rojin nikarin cenazeyê xwe bigirin
Malbata gêrîla Dolu 23 rojin nikarin cenazeyê xwe bigirin
Malbata gêrîlayê HPG'ê Faruk Dolu (Egîd Amed) ku di 31'ê Kanûnê de li navçeya Lîceya Amedê di operasyonê de jiyana xwe ji dest da, 23 rojin nikarin cenazeyê kurê xwe wergirin.
Di 31'ê Kanûna 2012'an de li gundê Spênî yê navçeya Lîceya Amedê li dijî hêzên gêrîlayên HPG'ê operasona nokteyî pêk hatibû. Di operasyona nokteyî de di nav de Fermandarê Herêma Amedê û Endamê Konseya Leşkerî ya HPG'ê Ertem Karabulut û Faruk Dolu jî heye 10 gêrîlayên HPG'ê jiyana xwe ji dest dabû. 23 roj derbaz bûn, lê hêj cenazeyê gêrîla Faruk Dolu (Egîd Amed) ku ji Amedê ye teslîmî malbatê nekirine. Cenazeyê gêrîlamFaruk Dolu piştî operasyonê 2 roj şûnde şandibûn Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê û 23 rojin li morga Goristana Bajar ay Meletiye tê girtin.
Malbata Dolu di 7'ê Çileyê de çûbûn Meletiyê û ji bo teşhîskirina cenaze mînaka xwînê dabûn. Malbatê diyar kir ku, ew li benda testa DNA yê ne û ji ber vê yekê nikarin cenazeyê kurê xwe wergirin.