Malbata gêrîla Ozalp çû Meletiyê

Malbata gêrîla Ozalp çû Meletiyê

Malbamta gêrîlayê HPG'ê Selîm Ozalp, ji bo cenazeyê kurê xwe bigirin ber bi Meletiyê ve bi rê ketin.

Malbata gêrîlayê HPG'ê Selîm Ozalp (Cesur Cûdî) ji bo cenazeyê kurê xwe wergirin çûn Meletiyê. Malbat ji bo cenazeyê kurê xwe wergirin dê serî li Dozgeriya Komarê ya Meletiyê bidin û piştre biçin Morgê cenazeyê kurê xwe wergirin. Ger ku malbat cenaze bigire dê li Navçeya Nisêbînê bi girseyî defin bikin. Hefteya borî malbata gêrîla Ozalp serî li Dozgeriyê dabûn, lê ji ber ku cenazeyê kurê wan perçe bibû nas nekiribûn û mînaka xwînê ji bo testa DNA'yê dabûn.

Di 7'ê Çileyê de li navçeya Çelê ya Colemêrgê operasyon pêk hatibû û di operasyonê de 14 gêrîlayên HPG'ê jiyana xwe ji dest dabûn.