Malbata gerîla Semar Tunç çû Meletiyê

Malbata gerîla Semar Tunç çû Meletiyê

Encama testa DNA’yê ya cenazeyê gerîlaya HPG’ê Semar Tunç (Jiyan Amara) diyar bû. Piştî test diyar bû malbata Tunç ji bo cenazeyê kaça xwe bigirin çûn Meletiyê.

gerîla Semar Tunç (Jiyan Amara) 7’ê Çile li navçeya Çelê ya Colemêrgê di encama pevçûnê de bi 13 hevalên xwe re jiyana xwe dest dabû. Malbat 11 roj berê ji bo cenazeyê kaça xwe werbigire çûbûn Meletiyê.

Lê malbatê ji ber ku li ser cenaze texrîbên mezin hatibûn kirin cenazeyê xwe nas nekiribûn. Li ser vê yekê malbatê mînaka xwînê ji bo testa DNA’yê dabûn.

11 roj şûnde piştî encama testa DNA'yê diyar bû, malbat îro ji bo cenazeyê kaça xwe werbigire, ji bajaroka Kaniyahenê hat Êlihê û li gel rêveberê MEYA-DER’ê ji Êlihê ber bi Meletiyê ve derketin rê.

Li bendê ye malbat serî li dozgeriyê bidin û cenazeyê zarokê xwe wergirin. Li ser wergirtina cenaze, hat hînbûn ku dê cenaze li bajaroka Kaniyahenê ya girêdayî navçeya Hezo ya Êlihê bispêrin axê.