Malbata Karana ji bo wergirtina cenaze çûn Rojava
Malbata Karana ji bo wergirtina cenaze çûn Rojava
Malbata Karana ji bo wergirtina cenaze çûn Rojava
Malbata şervanê YPG'ê Omer Karana û birayê wî yê şanoger Mehmet Karana yên di êrîşek çekdarî de jiyana xwe ji dest dan, bi boneya cenazeyên wan wergirin derbasî Rojava bûn.
Li Dirbêsiyê ya Rojava çalakiya întîhari pêk hat û di çalakiyê de şervanê YPG’ê Omer Karana û birayê wî yê di Şanoya Mem û Zûnê ya Şaredariya Cizîrê de dixebite Mehmet Karana jiyana xwe ji dest dabûn.
Malata Karana ji bo cenazeyê zarokên xwe wergirin derbasî Rojava bûn. Malbata ku ji Cizirê derbasî Dirbêsiyê bûn li bendê ye ku sibê cenazeyê xwe wergirin. Malbata Karana li ber mala xwe konê sersaxiyê vedan û sersaxî qebûl kirin.