Malbata Sabuncu piştî salan şûnde vegeriyan ser axa xwe

Malbata Sabuncu piştî salan şûnde vegeriyan ser axa xwe

Zekeriya Sabuncu (58) ji du malbatên ermenî yeke ku piştî 40 salan dîsa hat li navçeya Dêrik a Mêrdînê bi cih bû û pîşeya kal û bavên xwe çêkirina sabuna xwezayî û rezvaniyê dikin. Sabuncu di heman demê de ji bo hilbijartinên herêmî namzetê endamtiya meclisa Şaredariya Dêrikê ye.

Malbata Zekeriya ku yek ji malbatên Ermeniyan e û ji komkujiya Ermeniya ya 1915’an rizgar bûye, piştî komkujiyê wek malbatên din yên ermenî ji Dêrikê koç kiribûn.  Ji bo vê hesreta xwe bi dawî bikin, piştî  40 salan ji Stenbolê barkirin û hatin Dirêrikê. Li vir pîşeya ku ji kal û bavê wan habû didomîne û di dêra Ermeniyan de bi tena serê xwe îbadeta xwe dikin.

Zekeriya Sabuncuda zanîn ku  piştî vegeriyane ji aliyê kurdan ve bi hezkirineke mezin pêşwazîkirine û da zanîn ku ev nêzîkarî ji ber fikra biratiyê ya ku tevgera azadiyê afirandiye pêk tê.

Sabuncu da zanîn ku mezinên wan ji wan re tiştên hatibûn serê wan digot û diyar dikirin ku Ermenî bi refan li çiyayê Turcel û rezên Korta qetil dikirin. Sabuncu got piştî Ermenî ji vê axê hat derxistin, bereketa axê nemaye, daxwaza me eve ku dewlet bi paşeroja xwe re bê rû hev.

Zekeriya Sabuncu der barê veger û çîroka xwe de ji ANF’ê re wiha axivî.

JI PALUYÊ KOÇÎ DÊRIKÊ

Sabuncu der barê çîroka malbata xwe de wiha got: “Li gorî vegotinên kalê min em wek mala Gopê dihatin nasîn. Malbata me piştî salên 1700’î  ji Palu ya Elezîzê tên Dêrikê.  Li vir li Kulebe bicih dibin.  Kalê min yê mezin Muro mezinê malbatê bû.  Piştre kurê Muro, Gopê, kurê wî Îlyas, kurê wî Vartan û bavê min Îlyasê Gopê heta salên 1970’ê li Dêrikê dijîn.”

Sabuncu got malbata wî bi karê qelakeriya sifir û semervaniyê re mijul bûye û got: “Wê demê ev karekî girîng bû.  Piştre kalê min Îlyas zeyhunan hildiberîne.  Malbata min ligelek qadan hilberînê dike. Ne tenê malbata min hemû malbatên Ermenî zanatkar bûn.  Hemû hilberîna Dêrikê ji aliyê Ermeniyan ve pêk dihat.

DEMA ERMENÎ HEBÛN DÊRIK NAVENDA HILBERÎNÊ BÛ

Sabuncu wiha pê de çû: “Dêrik di serê salên 1900’î de bibû navendeke girîng ya aboriyê ya Mêrdîn û bajarên derdorê. Her kes dihatin li vir hewcedariyên xwe dikirîn. Dêrik navendeke hilberînê bû. Semervanî, nexşandina hesin, dirunvanî, çêkirina sabunê, çêkirina pêlavan li Dêrikê dihat çêkirin.  Lê pitşî komkujiya ermeniyan û şûnde ji ber koçberiyê Dêrikê ev taybetiya xwe wenda kir.”

KALÊN ME SER REZÊN KU XWEDÎ KIRIBÛN HATIN QETILKIRIN

Sabuncu di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku di sala 1915’an de dema komkujî dest pê dike kalê wî Îlyas di kafîleya yekemîn de tê surgunkirin. Li gorî vegotinên mezinin me  ji Dêrikê 7 kafîle ku di nav de jin û zarok jî hebû bi giştî 1700 kes hatine surgunkirin.  Kesên hatine surgunkirin jî li çiyayê Turcel û Rezên Korta hatine qetilkirin. Kalên me li rezên xwe yên ku bi salan xwedîkirin hatin qetilkirin.

EŞÎRA KURD KALÊ MIN DIGIRE NAVA XWE

Beriya komkujiyê li Dêrikê ji 400’î zêdetir malbatên Ermenî diman. Piştî komujiyê ev daket 30-40’î. Kesên ji komkujiyên xilas bûn bo xwe jiyanek nû ava kirin. Yek ji van malbatan jî malbata min e. Wê demê her kes diçû cem xizmên min xwe. Kalê min Îlyas zarokên xwe digire û diçe cem Axayê herî mezin yê Dêrikê, Necîm Axa. Ligel malbata min, keçikek din a Ermenî ya bi navê Şemê jî xwedî dike. Di sala 1920’an de kurê Îlyas, yanî kalê min Vartan bi Şemê re dizewicîne. Bi bavê min re 6 zarokên wî çêdibin.”

PIŞTÎ KOMKUJIYÊ KOÇBERÎ DIDOME

Sabuncu çîroka jiyana xwe wiha berdewam kir: “Kalê min Vartan, hilberîn sabunê ya ku ji bavê wî maye domandiye. Piştre zeytunan hildiberîne, runê wê hildiberîne. Li baxçeyê şaredariya niha, wê demê sebze û fêkî di çand.  Piştre di dawiya salên 1950’î de yekemîn salona sînemayê ya modern kalê min Vartan vedike. Nifûsa ermeniyan jî her diçû kêm dibû. Malbatên ji komkujiyê rizgar bûn jî yek bi yek koç kirin. Piştî komkujiyê jiyan ji bo Ermeniyan zehmet bû. Malbatan xizmên xwe wenda kir. Mal û milkê wan jê hatin girtin. Ji ber vê nexwestin bisekinin. Dema derfet dîtin koç kirin.

CUNTAYA 12’Ê ADARÊ DEST DANÎ SER BAXÇEYÊN ME

Dema cuntaya 12’ê Adarê Qeymeqamê ket şûna şaredar, baxçeyên me yê ku îro baxçeyê şaredariyê ye dipirse. Dibêjin aydê welatiyekî ermeniye. Qeymeqam wê demê tê bi bavê min re diaxive û dixwaze avahiya şaredariyê li wir ava bikin. Bavê min naxwaze û li ser vê dozê vedike. Heyeta kesê zane tê avakirin, heyeta tê avakirin jî ji kesên ku leşker û qeymeqam hilbijartine ava dibe.  Parêzerê me tê tehdîd kirin. Li ber vê baxçeyê me ji destê me hat girtin. Ez niha rewşa demboriyê lêkolîn dikim. Ger tiştekî hiqûqî yê bê kirin hebe ezê bikin.”

Sabuncu destnîşan kir ku di wan salan de Ermenî di rewşeke xerab de bûn û hejmara wan gelek kêm mabû û got: “Kalê min Vartan di 73 saliya xwe de wefat kir. Bavê min mezinê malbatê bû. Me jî biryar da em ji Dêrikê derkevin.

ERMENIYÊN DAWIYÊ JÎ VEDIQETIN

Herî dawî 38 sal berê Ermeniyên ku mabûn jî ji Dêrikê derdikevin. Piranî li Stenbolê bicih bûn. Piştî me du malbat tenê mabûn. Ciwanên wan malbatan jî veqetiyan û tenê hesinkar Kevork û hevsera xwe dimîne û piştî ew wefat dikin kes namîne.”

EZ VEGERIYAM KOKÊN XWE

Sabuncu di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em tu car ji axa xwe qut nebûn. Stenbol her tim bo me cihekî biyanî bû. Em her tim hesretê axa xwe bûn. Pîra min Şemê di sala 1989’an de li Stenbolê jiyana xwe ji dest da. Pîra min Şemê bi hesreta axa xwe mir. Ez bi tena serê xwe hatim vir û min xwest ez ji nûve bi koka xwe re bêm cem hev. Li gorî min dema vê hatiye. Ez dixwazim Ermenî şûnde vegerin axa xwe.  Em dikarin wek berê şert û mercên aborî ava bikin.  Divê Dewlet jî bi paşeroja xwe re bê rû hev. Li van axan bi destê dewletê kurd û ermenî hatin qetilkirin. Divê dewlet lêborînê bixwaze. Em ne li pey dijminahiyê ne.”