Malbata Tokçu: Em bêjin PKK'yî ye ma ev ji bo kuştinê dibe sedem?
Malbata Tokçu: Em bêjin PKK'yî ye ma ev ji bo kuştinê dibe sedem?
Malbata Tokçu: Em bêjin PKK'yî ye ma ev ji bo kuştinê dibe sedem?
Malbata Bêmal Tokçu yê li Geverê bi guleya polîsan bi giranî birîndar bû der barê daxuyaniyên Midûriyeta Giştî ya Emniyetê de nerazîbûn nîşan da û got, "Ne PKK'yî ye, lê PKK'yîbûn şerefeke, sekneke bi namûs û bi rûmet e. Em bêjin PKK'yî ye, ma ev ji bo kuştinê dibe sedem? Dewlet her kesî dikuje paşê bi gotina PKK'yî ne hewl dide xwe xelas bike."
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê dema cenazeyên Mehmet Reşît Îşbîlîr û Veysel Îşbîlîr ên ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin dihatin definkirin, di êrîşa polîsan de welatiyê bi navê Bêmal Tokçu (25) ku bi giranî birîndar bû doktoran ji malbatê re gotin ku di aliyê tibî de tiştekî ku bikin nîn e û êdî her tişt mayê ji mûcîzeyan re.
Hamît Tokçu apê Bêmal Tokçu, diyar kir ku êrîşa dewletê ya li hember biraziyê wî mînaka herî dawî ya zext û înkara dewletê ye û nerazîbûn nîşanî daxuyaniya midûriyeta polîsan da ku midûriyetê gotibû "Bêmal PKK'yî ye." Tokçu axaftina xwe wiha dewam kir, "Bêmal welatparêz bû û hez dikir ji bo gelê xwe têbikoşe." Midûriyeta Emniyetê ji bo qetilkirina Bêmal meşrû bike dibêje, Bemal PKK'yî ye. Bêmal ne PKK'yî bû. Mirovekî welatparêz bû. Heta ev qetilkirin bê ronîkirin em ê têbikoşin."
PKK'YÎBÛN ŞEREFEK E'
Mustafa Tokçu jî ku birayê Bêmal Tokçu ye diyar kir ku Bêmal di sala 2010'an de zewiciye û bavê 2 zarokane û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Polîsan li Geverê 2 welatiyên me qetil kir. Ev têr nekir vê carê xwest kesên beşdarî cenaze bûne qetil bike. Midûriyeta Giştî ya Emniyetê birayê min wek PKK'yî îlan dike. Birayê min ne PKK'yî ye. Lê PKK'yîbûn şeref e. Dewlet her kesî dikuje paşê bi gotina PKK'yî ne hewl dide xwe xelas bike. Jixwe PKK tevgera gel e. Di destê birayê min de çek nîn bû. Derewan dikin."
'BIRAYÊ MIN ÊDÎ ŞEHÎDÊ KURDISTANÊ YE'
Tokçu da xuyakirin ku rewşa birayê wî Bêmal Tokçu hîn berdewam e û wiha got, "Birayê min jî êdî mêvanê Reşît û Veysel e. Edî şansê ku baş bibe nîn e. Di komaya giran de ye. Birayê min êdî şehîdê Kurdistanê ye"