Malbatan çalakiya xwe ya li Amedê bi dawî kirin
Malbatan çalakiya xwe ya li Amedê bi dawî kirin
Malbatan çalakiya xwe ya li Amedê bi dawî kirin
Malbatên zarokên wan derketine çiyê ku li Amedê bi alîkariya sendîka û komeleyên nêzî AKP’ê çalakî pêk anîbûn, dawî li çalakiya xwe anîn. Malbatên îro li Enqereyê bi Serokwezîr Ahmet Davutoglu re hevdîtin pêk anîn, diyar kirin ku çalakiya li Amedê bi dawî kirine û wê ji niha şûn ve li Enqereyê çalakiya xwe bidomînin.
22 malbatên ku zarokên wan derketine çiyê ev demeke ku li Amedê bi piştgiriya sendîka û komeleyên nêzî AKP'ê li Amedê çalakiya kon pêk tînin îro li Navenda Giştî ya AKP bi Serokwezîr Ahmet Davutoglu re rûniştin.
Piştî hevdîtinê Sabrî Onalan ê li ser navê malbatan axivî got ku çalakiya xwe ya li Amedê bi dawî kirine û wê ji niha şûn ve dîsa bi piştgiriya Saziyên Civaka Sivîl çalakiyên xwe li Enqereyê bidomînin.