Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serî lê dan
Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serî lê dan
Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serî lê dan
Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û malbatên du girtiyên li Girtîgeha Îmraliyê tên ragirtin, ji bo bi xizmên xwe re hevdîtinê pêk bînin serî li rayedaran dan.
Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan, xwişka Şêxmûs Poyraz Felek Cizlamaz, keça wî Nalan Poyraz û wasiya Cûmalî Karsû Pervîn Odûncû, ji bo biçin Girava Îmraliyê serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Eger bersiveke erênî ji serlêdanê re bê dayîn, tê payîn malbat roja Duşemê biçin Girava Îmraliyê û bi xizmên xwe re hevdîtinê bikin.