Malbateke Rojavayî berî biqefile hat dîtin
Malbateke Rojavayî berî biqefile hat dîtin
Malbateke Rojavayî berî biqefile hat dîtin
Malbatek ji Rojavayê Kurdistanê ya ji 8 kesan ku 5 jê zarok in, ji ber êrîşên komên çeteyan hatin Amedê, Malbat li avahiyek terikanî ya li navçeya Sûrê, berî biqefile hat dîtin.
Li taxa Îskenderpaşa ya navçeya Sûrê di avahiyekî terikandî de malbateke 4 jê zarok ji 8 kesên ku ji Rojavayê Kurdistanê ji ber êrîşên komên çeteyan koçî Amedê kiribûn, ji aliyê şêniyên taxê ve berî biqefile hatin dîtin. Bi dîtina malbatê re bang li alîkariya lezgîn 112 hat kirin. Piştî ku ekîbên tenduristiyê hatin, malbat rakirin nexweşxaneyê. Hat ragihandin ku malbat li bajêr, di serma bi bin sifirê de 15 bi şev û di bin sifirê de 8 pile bi roj, ji bo bijî li ber xwe daye. Ji ber ku tiştekî bişewitîne û xwe pê germ bike nedîtiye, malbat bi xeteriya qerisînê re rûbirû maye.
4 jê zarok 8 kesên malbatê bi 3 ambulansan rêkirin Nexweşxaneya Dewletê ya Beşa Lezgîn a Fakulteya Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê.