Malbatên girtî û gerîlayan pêvajoya çareseriyê nirxandin
Malbatên girtî û gerîlayan pêvajoya çareseriyê nirxandin
Malbatên girtî û gerîlayan pêvajoya çareseriyê nirxandin
Li navçeya Bazîda Agiriyê TUHAD-FED û MEYA-DER'ê civîna gel li dar xistin û pêvajoya çareseriya demokratîk nîqaş kirin.
TUHAD-FED û MEYA-DER'ê bi dîrûşma 'Ji bo pêşxistina pêvajoya çareseriyê hêz û gotina me heye' li Bazîda civîna 12'emîn hat lidarxistin. Seroka giştî ya TUHAD-FED'ê Zubeyde Teker, nûnerê TUHAYD-DER'ê yê Bazîdê Mehmet Bozkurt û xizmên girtiyan û malbatên kesên ku di têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane tevli civînê bûn.
Di civînê de malbatan der barê pêvajoyê nêrîn, fikar û rexneyên xwe anîn ziman. Hat gotin ku di vê pêvajoyê de nêzîkatiya li hember girtî û girtiyên nexweş tê nîşandan, nayê qebûlkirin.
Welatiya bi navê Habîbe Gegez da zanîn ku heta çêkirina qereqolan bidome ji bo çareseriya pirsgirêka kurd nikare xwe qanih bike û wiha got: "Ne rast e ku tecrîda li hember birêz Ocalan didome û hevdîtina parêzeran tê astengkirin. Di vê pêvajoyê de wekî aliyê kurd me hemû hişt anî cih û em li xwe bawer in." Welatiya bi navê Zozan Ergul destnîşan kir ku gelê kurd bi dayîna berdêlên giran gihîştine van rojan û wiha axivî: "Serokê me li girtîgehê jî ji bo aştiyê her tiştî dike. Divê em jî destê Serokê xwe xurt bikin û azad bikin." Jina bi navê Belkiz Baydak anî ziman ku dixwazin bi zanebûn kurdan bêzar bikin û wiha got: "Gelê kurd dev ji têkoşînê bernade. Ger hemû kurd bibin yek dê serkeftin çêbibe."
Seroka giştî ya TUHAD-FED'ê Zubeyde Teker anî ziman ku li erdnîgariya kurdan têkoşîna azadiyê tê dayîn û wiha got: "Yên têkoşiyan, nirx afirandin. Em bi saya yên têkoşîn meşandin û nirx afirandin gihîştin van rojan. Bi têkoşîna 30 salî ve me got em kurd in. Em bi saya zarokên we û rêhevalên me pêk hat. Bi vê pêvajoyê ve Kurdistana ku bûye çar perçe piştî 90 salî tên cem hev û dê li hev guhdar bikin. Di encama têkoşîna we em gihîştin van rojan. Em ê li 30 bajar û 40 navçeyan civînên gel li dar bixin û nêrînên wan bigirin. Hûn çiqas bi hêz bin dê têkoşîna me jî ewqas bi hêz be."