Malbatên Îşbîlîr bi girseyî hatin ziyarekirin
Malbatên Îşbîlîr bi girseyî hatin ziyarekirin
Malbatên Îşbîlîr bi girseyî hatin ziyarekirin
Li Geverê malbatên Mehmet Reşît Îşbîlîr û Veysel Îşbîlîr ên berî niha bi 3 rojan ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin ji aliyê girseyeke qelebalix ku di nav wan de Parlamenterê Colemêrgê yê BDP'ê Adil Zozanî û Esat Canan jî ku hebûn hatin ziyaretkirin.
Li navçeya Gever a Colemêrgê malbata Mehmet Reşît Îşbîlîr û Veysel Îşbîlîr bi girseyî hatin ziyaretkirin. Di nav wan de Parlamenterê BDP'ê yê Colemêrgê Adil Zozanî û Esat Canan, Şaredarê Geverê Ercan Bora, Şaredarê Bajêrgeh Hurşît Altekîn, Hevserokê Rêxistina BDP'ê Rahmî Kurt, Serokê Rêxistina BDP'ê ya Geverê Naîl Durmaz, endamê Meclîsa Partiyê ya BDP'ê Abîdîn Enîş, saziyên civaka sivîl û gelek welatî ji bo sersaxiyê çûn serdana malbetên Îşbîlîr.
Di taziyeya ku li Mizgefta Bajêrgeh tê qebûlkirin de Parlamenter Adil Zozanî diyar kir ku her du welatî bi zanebûn hedef hatine girtin. Zozanî anî ziman ku provokasyonên pir mezin li ser Geverê tên plankirin û got, "Divê gelê me van provokasyonan vala derxe. Ev doza gelê kurd e. Divê hikûmet berpirsiyarên vê bûyerê derxe holê."
Zozanî bal kişand ser daxuyaniya dawî ya Rêberê Gelê Kurd û wiha axivî: "Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan têkildarî bûyerên Geverê got ku tê xwestin pêvajoya çareseriyê bê xitimandin. Divê gelê me li hember van provokasyonan bi hêz be û neyê lîstikan. Gelê kurd tu carî jiyana bê rûmet qebûl nekir. Wê ji niha û pêve jî qebûl neke."
Piştî Zozanî birayê Reşît Îşbîlîr Îhsan Îşbîlîr jî got, "Peyama Rêbertî ya ji bo teziyeyê şand em rûmetdar kirin. Malbatên şehîdan û gelê Geverê rûmetdar bûne."