Malbatên ji êrîşa çeteyan reviyan, li malên xwe vegeriyan

Malbatên ji êrîşa çeteyan reviyan, li malên xwe vegeriyan

Şêniyên gundên rojavayê Kobanê ku ji ber êrîşên çeteyên El Nûsra neçar man cih û warên xwe biterikînin, li malên xwe vegeriyan. Malbatan spasiya YPG'ê kirin ku gundê wan ji çeteyan rizgar kiriye.

Piştî komên çete yên dewleta Îslamî ya Iraq û Şam/Eniya El-Nusra û tabûrên Artêşa Azad ên ku li herêma rojavayê Kobanê êrîşî gundên herêmê kiribûn têkçûn, gundiyên ku ji ber dijwariya şer gundê xwe terk kiribûn vedigerin malên xwe.

Gundiyê bi navê Hecî Silêman Remî da zanîn ku di dema şer de wî malbata xwe ji gund derxistibû û ev tişt got: ‘‘Piştî ku şervanên YPG’ê gundê me rizgar kirin, malbata min vegeriya mala xwe. Bi berxwedana şervanên YPG’ê tu ziyan ne gihişte mala min. Lê gelek gundên nêzî me û bi taybet gundê Boraz, Qena û Qordîna ji destê van çeteyan xilas ne bûn.’’

Mistefa Ehmed ê ji gundê Dugirman jî da zanîn ku gelê kurd berxwedaneke bê hempa li dijî komên çete nîşan dan û ev tişt anî ziman: ‘‘Tevî ku çeteyan mala min talan kirine û tiştek tê de nehiştin jî, ez keyfxweşin ku çete têkçûye, ji gundên me hatin derxistin.’’