Malbatên Kurd ên li Til Eran û Til Hasilê carek din ji ber çeteyan reviyan

Malbatên Kurd ên li Til Eran û Til Hasilê carek din ji ber çeteyan reviyan

Malbatên Kurd ên ku ji ber komkujiya komên çete ya li bajarokên Til Eran û Til Hasilê koçî gundên derdora Helebê kiribûn, ji ber êrîşên çeteyan yên ku ev 3 rojin dom dikin, cara duyemîn koç kirin.

Welatiyên Kurd ên li Til Eran û Til Hasilê piştî komkujiya ku komên çete di 31’ê tîrmehê û 1’ê tebaxê de pêk anîbûn, xwe ji êrîşên çeteyan rizgar kiribûn û li gundên El Nêrîbiyê, Qel Suruç, Qebasîn, Kefer Sexîr, Sed El-Şehba û Til Medîq ên girêdayî herêmên Bab û Ezazê bicîh bibûn. Lê ku komên çete 3 roj beriya niha gund dorpêç kirin û 2 roj berê jî êrîş pêk anîn. Li ser vê yekê welatiyên ku ji ber êrîşa çeteyan reviyabûn, neçar man ku dîsa koç bikin.

Hate gotin ku nêzî hezar û 500 malbatên ji bajarokên Til Eran û Til Hasil ji ber komkujiyê reviyabûn, dîsa neçar man ku koç bikin. Hate gotin malbatan koçî Minbic kirine, hinek jî li çolê mane.