Malbatên Roboskî: Cejnên Qurbanê qurbaniya dewletê tîne hişan
Malbatên Roboskî: Cejnên Qurbanê qurbaniya dewletê tîne hişan
Malbatên Roboskî: Cejnên Qurbanê qurbaniya dewletê tîne hişan
Malbatên Roboskiyê ji bo 34 xizmên xwe yên di komkujiyê de hatin qetilkirin bibîr bînin di roja 659'an û hefteya 94'an de çalakiya xwe berdewam kirin. Malbatan diyar kirin ku Cejna Qurbanê qurbankirina zarokên wan a bi destê dewletê tinê hişan.
Malbatên Roboskiyê ji bo 34 zarokên xwe yên di komkujiya 28'ê kanûna 2011'an de ji aliyê balafirên şer ên F-16 yên dewletê ve hatin qetilkirin bibîr bîne di hefteya 94'an û roja 659'an de çalakî pêk anîn. Malbatên Roboskiyê wekî her rojên Pêncşemê îro jî li ser gorên zarokên xwe kom bûn û komkujiya 34 welatiyên sivîl şermezar kirin. Di hefteya 94'an de li ser navê malbatên Roboskiyê Velî Encu, diyar kir ku 659 rojin ji bo komkujî ronî bibe têkoşînê didin û wiha got: "Ger ku ewqas rojiin em tekoşînê didin ev nîşan dike ku li vî welatî edalet tune û nameşe. Ev komkujî li dervê sînor li Herêma Fedaral a Kurdistanê pêk hatiye. Wê demê ev îhlala sînor e. Balafirên şer ên tirk sînor îhlal kiriye û derbasî herêma Kurdistana Iraqê bûye."
Encu, anî ziman ku şirîkê komkujiyê artêşe û ji ber doz sewqî dadgeha leşkerî kirine dibêjin edaletê ji dijminê xwe û qatilê xwe bixwaze. Encu, bertek nîşanî vê yekê da û anî ziman ku çawa çêdibe ku mirov edaletê ji qatilê xwe bixwaze. Cejna qurbanê fikra ku zarokên me ji aliyê dewletê tên qetilkirin pêş dixe. 4 cejne dewletê firseta ku qatil kêf bikin pêş xistiye. Lê Cejna qurbanê ji bo çanda qurbaniya mirovan bi dawî bibe pêş ketiye. Cejnê qurbanê divê mirov neyên qurbankirin. Heta ku ev feraset bi dawî nebe û qatil neyên cezakirin, dê li vî welatî zarok bên kuştin û bibin qurban.
Malbat piştî daxuyaniyê demekê li ser gorê man û ji goristanê qetiyan.