Malbatên Roboskî: Eger kiryar nîn bin aştî jî nîn e!

Malbatên Roboskî: Eger kiryar nîn bin aştî jî nîn e!

Malbatên Roboskî û dostên wan, ji ber roja 600’î ya qetlîamê ber bi Fermandariya Tugaya Gulyazi ve meşiyan.    

Malbatên ku li Taxa Şantiye ya Gulyazi kom bûn, heta Tugaya Gulyazi ya li Taxa Kasre Şangî meşiyan.  Di meşê de dirûşmayên “Wê dewleta qatil hesab bide”, "Şehîd  namirin", "Kiryar nîn bin aştî jî nîn e” hatin berzkirin.

Cendermayên ku bend danîn, nehiştin malbat nêzî tugayê bibin. Malbat ji ber vê li ber benda cendermeyan daxuyanî dan.

Velî Encu yê li ser navê malbatan daxuyanî da, bi bîr xist ku li ser qetlîamê re 600 roj derbas bûye, dema ku mirov li tiştên  ji bo qetlîam bê ronîkirin dinihêre, tê dîtin ku bi qasî serê derziyê pêşveçûn çênebûye. Encu wiha berdewam kir, "Divê em vê bêjin; dewlet dîsa bi polîtîkayên tirsandinê me ceza dike." 

Encu,  wiha berdewam kir: "Hîn jî ku em êşa 34 xizmên xwe di dilê xwe de dijîn û ya herî biêş ji kesên 34 kes qetilkirin hesab nehatiye xwestin, zext, binçavkirin, girtin û cezayên pereyan ên îdarê ku li ser me ferz dikin em dizanin bê tên çi wateyê."

Encu da xuyakirin ku Servet Encu yê ji komkujiyê bi saxî filitiye hatiye binçavkirin û piştî demekê serbest hatiye berdan û got, "Em nêzîkatiya burokratan a li me û komkujiya li hemberî me hatiye kirin, her roj bi rêbaz û pêkanînên cûda baştir dibînin û wer xuyaye hînê emê zelaltir bibînin."

Encu bibîr xist ku ji ber meşa bi qurnefîl a di roja 500. de li wan doz hatiye vekirin û destnîşan kir ku hêviya wan a edaletê her roj hinekî din kêm dibe.

Encu ev bang li raya giştî kir: "Ji raya giştî ya xwedî hesta berpirsyariyê re; dwlet hewl dide me ceza bike, dixwaze têkoşîna me ya ji bo 34 xizmên me bitepisînin û çavên me bitirsîne."

Encu ragihand ku li hemberî rapora dewletê, ew ji bo pêşkêşkirina raporeke rastîn dimeşin û anî ziman ku ew heta roja îro bi biryardarî meşiyane û got, "Heta komkujî were ronîkirin, kujer derketin pêşberî dadgeriyê, werin darizandin û ceza li wan were birrîn, lêgerîna me ya edaletê wê dewam bike. Berpirsyar leşker be siyasî be, lêgerîna me ya edaletê wê berpirsyarê vê derxîne holê."

Malbatên Roboskiyî, piştî daxuyaniyê raporên cihê bûyerê yên dewletê ji wan re şandiye û raporên xwe yên amadekirin, avêtin nava bendên jendermeyan. Di vê kêliyê de dirûşmên "dewleta kujer wê hesab bide" hat qêrîn."

Malbatên Roboskiyî, piştî daxuyaniyê ji nû ve ber bi Taxa Şantiye ve meşiyan û dawî li çalakiya xwe anîn.