Malbatên Roboskî: Kiryarên komkujiyê tune bin aştî jî tune ye
Malbatên Roboskî: Kiryarên komkujiyê tune bin aştî jî tune ye
Malbatên Roboskî: Kiryarên komkujiyê tune bin aştî jî tune ye
Malbatên Roboskî, di 61'emîn hefteya qetilkirina zarokên xwe de li ser gora zarokên xwe lêgerîna dadê berdewam kirin. Velî Encu yê ku di komkujiyê de birayê xwe Serhat Encu winda kir bertek nîşanî Komîsyona Jêrîn a Meclîsê ya rapor aşkera nekir da û wiha got: "Niha dem dema samîmiyetê ye. Heke kiryarên komkujiyan li holê tunebin aştî jî çênabe."
Bi ser komkujiya Roboskiyê 428 roj derbas bûn. Malbatên zarokên xwe di komkujiyê de winda kirin 61 hefte ne lêgerîna xwe ya dadê berdewem dikin. Malbat her hefte roja pençşemiyê diçin goristanê gorên zarokên xwe ziyaret dikin. Malbat wêneyên zarokên xwe yên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan hildigirin û pankrata "Komkujiya Roboskiyê emrê xwedê nîn e fermana hikûmetê ye. Me jibîrnekir, em ji bîr nakin û nadin jibîrkirin" vekirin. Ligel rewşa hewayî nebaşbû hemû malbat tevlî daxuyaniyê bûn.
Li ser navê malbatên Roboskiyî Velî Encu daxuyanî xwend û wiha got: "Di hefteya edalet pêk nehatin de em careke din li ser gora bira, zarok û hevserên xew lêgerîna xwe ya edaletê berdewam dikin." Encu, diyar kir ku Komîsyona Jêrîn a Meclîsê ji ber du sedeman rapora têkildarî komkujiya Roboskiyê aşkera nake. Encu, her du sedem wisa rêz kirin: "Yek; pêşiya pêvajoyê bigirin û mijul dikin û bertekên malbatên me kêm bikin û demê ji hikûmetê re qezenc bikin. Ya duyemîn jî pêvajoyê manîpule bikin û hêzên dewletê delalan pêk neynin û demê ji dozgeriyê re qezenc bikin. Komîsyonê peywira xwe ya mijarê mijul bike baş bi cih aniye. Ji saziyan re dem qezenc kirin. Komîsyonên li meclîsê hatin avakirin, dozger û dedgeh ewil mijul kirin û piştî bertek kêmbûn dest bi afirandina delîlan kirin. Her tişt li gorî xwe amade nekirin. Di serî de çi gotin careke din dubare kirin. Gotin di komkujiyê de 'PKK'î hebûn'"
Encu, da zanîn ku dem dema samimiyetê ye heke kiryarên komkujiyê tunebin aştî jî tuneye û wiha axivî: "Heke hûn samîmîbin saziyên navneteweyî gazibikin û bila lêkolînekî serbixwe bikin. Di encama lêkolînê de kî berpirsiyar be bila bê darizadin." Piştî daxuyaniyê malbatan çîroka Fadil Encu xwendin. Pişt re çalakiya rûniştinê pêk hat.