Malbatên Roboskiyî dê li meclisê banga wijdanê bikin

Malbatên Roboskiyî dê li meclisê banga wijdanê bikin

Dê îro rapora Roboskî li meclisa Tirkiyeyê ji aliyê komîsyona lêkolînê ve bê nirxandin û pêşkêşî dengdanê bike. Têkildarî biryara der barê raporê de malbatên Roboskî jî dê biçin Enqereyê û li ber deriyê meclisê bang li parlamenteran bikin û bêjin guh bidin dengê wicdana xwe û dê piştre çalakiya rûnişitnê pêk bînin.

28’ê berfanbara2011'an balafirên şer ên F-16 yên artêşa tirk li gundê Roboskiya Qilabana Şirnexê li ser welatiyên sivîl bombe barandibûn. Di bombebaranê de 19 jê zarok 34 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dabûn.

Di ser komkujiyê re 455 roj derbas bûn, lê heta niha tu gav nehat avêtin. Dê sibê rapora Roboskî li meclisê ji aliyê komîsyona lêkolînê ve bê nirxandin û pêşkêşî dengdanê bike. Têkildarî biryara der barê raporê de malbatên Roboskî jî dê biçin Enqere û li ber deriyê meclisê bang li parlamenteran bikin û bêjin guh bidin dengê wijdana xwe û dê piştre çalakiya rûnişitnê pêk bînin.

Malbatên Roboskiyê ji bo li ber meclisê çalakiya rûniştinê pêk bînin ji Roboskiyê ber bi Enqereyê ve bi rê ketin. 32 kes bi otobusê ketin rê û li bendê ye ku sibê saet di 08.00'an de li Enqereyê bin. Malbat dê sibê li ber meclisê deng û awazên xwe yên ji bo edaletê bînin ziman.

 Birayê Nadir Alma Hikmet Alma, anî ziman ku ji bo sibê rapor heyê qebûlkirin û parlamenter guhê xwe bidin wîcdanê xwe dê qêrîna xwe li ber meclisê bilind bikin.