Malbatên xwe hiştin û vegeriyan Kobanê

Malbatên xwe hiştin û vegeriyan Kobanê

Ciwanên Kobanê yên ku duh piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê hatin Rihayê piştî malbatên xwe anîn Rihayê careke din ji bo şer bikin vegeriyan Kobanê. Hezar û 500 kesên heya niha sînor derbas kirin ji jin, zarok û kesên pîr pêk tên.

Gelê Kobanê yê ji bo xwe ji komkujiya çeteyên DAIŞ'ê biparêzin duh hatin sînorê navçeya Pirsusê ya Rihayê piştî têlên sînor rakirin derbasî Pirsûsê bûn. Kobaniyên derbasî vî alî bûn li konên ji aliyê AFAD'ê ve hatin danîn û Dibistanên Şevînî (YÎBO)  hatin bicihkirin. Berî ku malbatan bi cih bikin li duh  hatin qeydkirin.

 Malbatên qeydên wan hatin girtin ên xizmên wan li vir çûn cem xizmên xwe yên xizmên wan tunebûn  jî li kon û YÎBO'yan hatin bicihkirin.

Li gorî agahiyên ji rayedarên AFAD'ê hatin girtin heya niha hezar 500 kes sînor derbas kirin. Ji kesên hatin pirsanî jin, zarok û kesên pîr pêk tê. Ciwanên malbatên xwe derbasî vî alî dikin jî careke din ji bo bi çeteyên DAIŞ'ê re şer bikin vedigerin Kobanê.