Serokwezîrê Iraqê Nûrî el Malikî lez dide çekdarkirina artêşa Iraqê. Di vê çarçoveyê de, ji bo peymanek mezin a çekan bi Rûsyayê re mor bike, çû Moskowê.
Ev demek dirêj e ku ev hewldanên kirrîna çekan ên hukûmeta Iraqê Kurdan dixin nav fikaran. Malikî ji bo peyamenk a kirrîna çekan diçe Moskowê. Tê diyarkirin ku Malikî ji bo helîkopter û sîstema parastinê ya hewayê ya ku bihayê wê 5 milyar dolar e, diçe Moskowê.
Peyman ji aliyê Serokdewletê Rûs Vladîmîr Pûtîn ve jî hatiye pejirandin û di vê çarçoveyê de dê Rûsya balefirên şer, helîkopter û çekên din ên giran bifiroşe hukûmeta Bexdayê. Di kontrata yekemîn de dê 30 heb helîkopterên Mi-28NE yên bihayê 2 milyar dolar û 42 heb balefirên şer ên Pantsir-S1E û sîstemên parastina fuzeyê yên bihayê 2.3 milyar dolar e. Di kontrata duwemîn de jî balefirên şer ên MiG-29M/M2 û wesayitên din ên zirxî hene.
Malikî sala par jî bi DYA’yê re ji bo kirrîna balefiran peymanek îmze kir û dê di sala 2013 de du ji vana balefirên f16 de werbigire.
Tê diyarkirin ku rayedarên Iraqê dixwazin ji Komara Çekê jî çekan bikirre.