Serokwezîrê Iraqê Nûrî el Malikî vexwendinameya Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan a ji bo serdana Tirkiyeyê red kir.
Serokwezîrê Iraqê Nûrî El Malikî li kanala El Irakiye re axivî û diyar kir ku ji ber geşta wî ya di demek nêzîk de ew nikare biçe serdana Tirkiyeyê û vexwendinameya Erdogan şûnde vegerand. Malikî got; “Min ji Birêz Erdogan re nameya spasiyê şand. Ji ber ku ez ê di demek nêzîk de biçim geştê min ev vexwendin qebûl nekir.”
Hêjayê gotinê ye ku ji ber polîtîkayên AKP’ê yên li hemberî Sûriye, Îran û Başûrê Kurdistanê têkiliyên Iraq û Tirkiyeyê gihiştine astek krîtîk.
Ji ber ku Wezîrê Derve yê Tirk Ahmet Davûtoglû bê destûra Iraqê bigire, çûbû Kerkukê, Bexda nota dabû Enqereyê. Her wiha hukûmeta Iraqê li hemberî transferkirina petrola Başûrê Kurdistanê bo Tirkiyeyê ye jî.