Mamoste Osman ê ku ji aliyê Sûriyeyê ve hatibû qetilkirin hat bîranîn
Mamoste Osman ê ku ji aliyê Sûriyeyê ve hatibû qetilkirin hat bîranîn
Mamoste Osman ê ku ji aliyê Sûriyeyê ve hatibû qetilkirin hat bîranîn
Li Kobanê mamoste Osman Silêman yê ku di zindanên rêjîma Bassê ya Sûriyeyê de, bi îşkenceyê jiyana xwe ji dest dabû, bi merasîmekê li ser gora xwe hate bîranîn.
Li gundê Dadalê yê Kobanê Mamoste Osman Silêman (Osman Dadalî) yê ku di 18'ê sibata 2008’an de, di zindanên rêjîma Bass de, bi îşkenceyê jiyana xwe ji dest dabû, bi merasîmekê li ser gora xwe hate bibîranîn.
Bi sedan kes li mala wî kom bûn, piştre welatiyan berê xwe dan goristanê û li wir merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir piştre endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Îmad Şahîn axivî û mamoste Osman bi bîr anî û diyar kir ku Mamoste Osman hezkirna gel û civakê bi hemû kesî re parve kiribû.
Piştî Şahîn Endamê Partiya Demokratîk a Pêşverû Kîlo Şêx Îsa axivî û da zanîn ku jiyana Mamoste Osman di xizmeta gel û çivakê de derbas bû. Li ser navê Malbata Mamoste Osman kurê Mamoste Osman Ehmed axivî û got'' hewce nake ku ez behsa bavê xwe bikim, tenê ez sipasiya bşdariya we di merasma salvegera 5'emîn a şehadeta bavê xwe dikim''.
Di merasîmê de endamên Partiya Yekîtî Demokratîk a Kurd (Yekîtî), Partî Demokratî Kurd li Sûriye, Saziya Malbata Şehîdan, Yekîtiya Star, Saziya Zimanê Kurdî û Konfedresyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz di merasîmê de beşdar bûn.
Mamoste Osman Silêman(Osman Dadalî) di 1-7- 1946 an de li gundê Dadalê yê Kobanê ji dayik bû, piştî pêngava 15'ê tebaxê kete nava xebatên Tevgera Azadiya Kurdistanê de û gelek caran hate girtin. Di 1990 de tevlî hilbijartinên Perlementoya Suryayê bû û wek nûnerê gundên Helebê cihê xwe di parlementoyê de girt.
Piştî ku dema wî ya perlemanê de bi dawî bû ji aliyê hêzên ewlekariya Sûriyeyê gelek caran hate binçavkirn. Cara dawî ku hate binçavkirin di 29-11-2007’an de bû, Mamoste Osman ji ber îşkence û şidetê bi navekî sexte hêzên rêjîma ew rakirin nexweşxaneyê. Li nexweşxaneyê di 18'ê sibata 2008’an de jiyana xwe ji dest da, ji aliyê bi hezaran kesî ve li gundê Dadalê spartin axê.