Rêberê efsanewî yê Efrîkaya Başûr Nelson Mandela vedigere gundê Qunu yê ku lê ji dayîk bûye û dê li gundê xwe bi cih bibe.
Serokdewletê Efrîkaya Başûr Jacob Zûma di daxuyaniya da de ragihand ku dê Mandela roja sêşemê ji paytext Johannesbûrgê vebiqete û li gundê xwe cîwar bibe. Zûma diyar kir ku dê Mandela ji îro pêve jî jiyana xwe li gundê xwe bidomîne û got ku rewşa rêberê efsanewî pir baş e.
Mandela meha borî ji ber nerehetiya di mîdeya wî de ew rakiribûn nexweşxaneyê. Mandela di 18’ê tîrmehê de dê 94 salên xwe tije bike û di van demên dawiyê de her tim dixwest bi awayeke zêdetir wext li gundê xwe derbas bike.
Piştî ku hat diyarkirin ku dê Mandela vegere Qunuyê, spekulasyonên ku dibêjin rewşa tenduristiya wî ne baş e, zêde bûn.
Mandela 27 salana di girtîgeha li Girava Robbenê de ma û piştî hilweşîna rejîma Apartheidê bû yekemîn Serokdewletê Efrîkaya Başûr û piştre jî xwe ji nava siyaseta aktîf vekişandibû.