Mayinên Îranê bû sedema mirina kasibkarekî Kurd

Mayinên Îranê bû sedema mirina kasibkarekî Kurd

Mayinên ku di nava axa Kurdistanê de di bin navê sînoran de ji aliyê deshilatdaran hatine çandin, rê li ber mirina Kurdan vedike. Fereydûn Kerîmî yê ji navçeya Sewlewa ku debara xwe bi kasibkariyê (qeçaxçî) dike, li Çiyayê Delanî ji ber teqîna mayina rejîma Îranê jiyana xwe ji dest da.

Hat hînbûn, kasibkar Fereydûn Kerîmî yê ji gundê Dizlî yê navçeya Sewlewayê beriya sê rojan li çiyayê Delanî pê li mayina rejîma Îranê kir û bi giranî birîndar bû. Hevalên Kerîmî ew rakirin nexweşxaneyê, lê piştî demekê jiyana xwe ji dest da.

Li gorî agahiyan, Kerîmî yê debara xwe bi kasibkariyê dikir dema ji ber tirsa guleyên rejîma Îranê reviya rêya xwe wenda kir û ket nava qada mayinkirî. 

Hêjayî gotinê ye, çiyayê Hane û Delanî yek ji wan çiyayane ku gelek cihên mayînkirî lêne û heta niha bi dehan welatiyên Kurd ji ber teqîna mayînan li van herêman jiyana xwe ji dest dane.