‘Me newindakirina gêrîlayê ku bi gel re bûyî yek îspat kir’

‘Me newindakirina gêrîlayê ku bi gel re bûyî yek îspat kir’

Gêrîla Aras Cûdî ku di nava tevgera şoreşgerî ya gêrîlayên HPG’ê di sala 2012’an de dayî destpê kirin de bû got, “Artêşa Tirk li hember gêrîla dişkê” û diyarkir ku ew dê tekoşîna xwe bilindtir bikin.

Gêrîlayên HPG’ê di meha Hezîrana 2012’an de tevgera şoreşgerî da destpêkirin û 4 mehan li Şemzînan, Çelê, Elkê û Geverê serweriya herêmê kir. Yek ji gêrîlayên ku her roj di nava pevçûnan de gêrîla Aras Cûdiye.

Gêrîla Aras Cûdî di sala 1984’an de li navend Mêrdînê jidayîk bûye, lê belê ew jî weke bi hezaran malbatên Kurdistanê ji ber sedema zextên dewleta Tirk gundên xwe berdane. Gêrîla Aras ku hêj di temenê zaroktî de dibe şahidê polîtîkayên komkujiyê yên dewleta Tirk yên li ser gelê Kurd  û diyar dike ku di temenek ciwan de aktîv tevlî siyasetê dibe. Gêrîla Aras got: “Ez weke zarokê gelê Kurd yê ku rastî zext, tundî û tunehesibandina dewleta Tirk hatî, ji bo hebûna netewa xwe bidim îspat kirin di temenek ciwan de  tevlî xebatên siyasî bûm.”

Gêrîla Aras ku amadeyiyê li Mêrdînê dixwîne, ji bo xwendina zanîngehê jî diçe Erziromê lê ji ber sedema nasnameya wî ya Kurd ji zanîngehê tê avêtin.

Piştî ku gêrîla Aras ji zanîngehê tê avêtin, tevlî refên gêrîla dibe. Aras tevlîbûna xwe ya gêrîla wiha anî ziman: “Em 14 hevalên hev ji ber sedema xebatên siyasî û demokratîk di 2005’an de ji zanîngehê avêtin. Ev pêkanînên hikumeta AKP’ê bûn ku dixwest qada siyasî teng bike. Min jî rastiya dijmin dît û çavê xwe lê negirt, di sala 2007’an de hatim tevlî refên gêrîla bûm.”

‘ARTÊŞA TIRK DIŞKÊ’

Aras destnîşan kir ku, piştî perwerdeya siyas-leşkerî tevlî şerê gerim bûye û anî ziman ku, bi taybet artêşa Tirk piştî operasyona Zapê di çalakiyên hatin kirin de artêşa Tirk windahiyên mezin dan.

“Artêşa Tirk li hemberî gêrîla windahiyek mezin da û şikest. Ji bo rêvebirin şer dest avêt teknîkê. Niha jî artêşa Tirk bi teknîkê şer dike. Ji ber ku em dişopînin, li gel leşkerê Tirk hêza şerkirinê nemaye. Dewleta tirk ji xwe re leşkerên bi pere tîne, hewil dide xwe li hember rastiya şer motîve bike. Dixwaze xwe bi vî awayî bide bawer kirin û bixapîne. Dema ku di navbera me û leşkeran de pevçûnek çêdibe, leşker ji tirsan tevlî şer nabin û direvin çeperên xwe.”

‘ARTÊŞA TIRK ŞAŞÛMAŞ BÛ’

Gêrîla Aras tevlî tevgera şoreşgerî ya ku gêrîlayên HPG’ê li Şemzînan, Çelê, Elkê û Geverê dabûn destpêkirin bû û da zanîn ku, li hember şerê ku gêrîlayan da meşandin artêşa Tirk şaşûmaş bû. Gêrîla Aras got: “Bi pêngava ku me di sala 2012’an de dayî destpêkirin, dijmin windahiyên mezin dan. Me newindakirina gêrîlayê ku bi gel re bûyî yek îspat kir. Li hember cesaret û baweriya me teknîka dijmin jî vale derket. Li hember tekoşîna me dayî dijmin şaşûmaş bû ket şoqê. Dijmin şikest. Me weke gêrîlayan ev îspat kir.”

Gêrîla Aras bilêv kir ku, ew dê tekoşîna xwe pêş bixin û heta ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurd azad bibe ew dê tekoşîna xwe berdewam bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Heta azadiya Rêberê me û gelê me dê şerê me yê didome bilindtir bibe. Em dê tekoşîna xwe bilind bikin û tevgera şoreşgerî belavî her derê bikin.”