Me terikand, gerîla neterikand!

Me terikand, gerîla neterikand!

"Em neçar man biterikînin, dê û bavê xwe. Naxwe em hemû dimirin. Me li çiyê hezar carî ew maçî kirin, xatir jê xwestin û ew ji mirinê re hiştin. Bi wî rengî me meşa xwe dewam kirin. Lê PKK'ê neterikand. Piştî em ji korîdora ewlekariyê derbas kirin, vegeriyan çiyê û dê, bav, îxtiyar û bebekên me yên ji ber me nekarî şîr bidinê li çiyê hiştibûn, anîn cem me. Dayika ku zarokên wê ew terikandin, gerîla ew neterikand."

Li Wargeha Aktarim a li Şirnexê piştî xwarina nîvro, behsa Xelef dikin. Hejmara mirovên behsa şahidiyên xwe dikin, kêm e. Xelef, agirê ketiye nava xwe, çarenûsa civakê bi hêrs û bi daxwaza têkoşînê vedigot.

Em rûniştin, me sohbet kirin. Dibêje ne komkujiya destpêkê bû ne jî ya dawiyê...

"BERÎ 30 SALAN EM JI MÎDYADÊ REVIYAN, ÎRO EM DÎSA VEGERIYAN"

Xelef Evdo di sala 1981'ê de li Mîdyadê ji dayik bû. 15 sal in bi hevser û zarokên xwe re li bajarê Elmanya Hamburgê dijiya. Zilamê ciwan ê di qada aboriyê de perwerde dît û bi bazirganiyê re mijûl dibû, berî sal û nîvekê vegeriyabû Şengalê.

Ji ber komkujiyên Êzidî lê rast hatin, ji bo bi kêrî gelê xwe were, bi proje û nêrînên xwe re Ewropa terikandibû.

"Malbata min, hînê ez gelekî biçûk bûm, ji Mîdyadê koçî Şengalê kiriye. Mîna çîroka bi dehan malbatên ku ji ber zexta olî ya civakê koç kirine. Em reviyan, ji ber ku me nexwest bibin Misilman me cih û warên xwe terikandin. Lê îro em dîsa li cihê ku jê reviyan vegeriyan."

Her çend tê gotin ku "DAIŞ Misilmanan temsîl nake" jî koçberiya gelekî li ser xaka xwe, reva ji Misilmanekî û xwegirtina li Misilmanekî din, pêvajoyeke travmatîk a hestwar e. Evdo tevî ku şahidê 30 salên dawî yê vê pêvajoyê ye, di mijara dîroka civakî de serwer e û dijberiya li hemberî polîtîkayên sunnîkirinê weke mîrateyek ji bav û kalên xwe dibîne.

"BAWERÎ BI PÊŞMERGE HEBÛ!"

Dema malbata wî di destpêka salên 90'î de li Elmanyayê bicih dibe, dest bi jiyaneke nû dikin û Mîdyad û Şengalê li dû xwe dihêlin. Bi hevsera xwe Kurdê re li Elmanyayê dizewice. 2 zarokên wan tê dunyayê. Mezûnê ekonomiyê Evdo, dilsoziya xwe ya bi dîrok û xaka xwe re, beriya sal û nîvekê bi vegera li Şengalê dide nîşandan. Li ser navê dîrok û nasnameya gelê Êzidî projeyan diafirîne. Li ser nêrînên nû radiweste. Lê belê haya wî jê tinebû ku ev gelê qedîm ê Kurdistanê wê di demeke nêz de rastî qirkirinê bihata...

"Ya rast dema DAIŞ'ê êrîşên xwe yên li hemberî herêmên nêz zêde kir, me fêm kir ku ji ber nasnameya me ya olî wê êrîşî me jî bike. Mehek beriya êrîşê, li bajarok û gundên derdorê gelê Ereb ê sivîl bicih bû. Ez li Til Ezêz dijiyam, êrîşek li hemberî wê hat kirin û gelek mirovên li derdorê reviyan bajaran."

Der heqê pirsa li ser asta vê komkujiyê de Evdo dibêje, "Lê belê bawerî bi pêşmergeyan hebû."

"EGER PÊŞMERGE DEREW NEKIRIBA, WÊ 10 HEZAR KES NIHA SAX BÛNA"

Zehmet e mirov wan kêliyan jê bipirse. Lê belê Xelef Evdo dixwaze vebêje:

"Şeva destpêkê şer derket. Em reviyan Çiyayê Şengalê. Bi baweriya ku pêşmerge wê şer bike û em ê jî vegerin, me xwe li çiyê girtin. Şer xwe gihand çiyê. Ew dîmenên şerê hov ê serdema navîn ku îro di fîlman de tên nîşandan dihat jiyîn li pêş çavên me. Me dît ku pêşmerge direve, ne ku ji ber çeka wan qediya û ji bo wergirtina çekê çû. Ji me re negotin 'birevin, xwe xilas bikin'. Eger bigota, eger derew nekira, herî kêm 10 hezar mirov wê niha sax bûna."

Evdo di wê baweriyê de ye ku ew li xiyanetê rast hatine:

"Ne tenê em terikandin, çekên heyî jî bi xwe re birin. Ev çete ji cinawiran xirabtir in. Ne dibû ku mirov bê çek derkevin pêşberî wan. Em li bendê bûn ku pêşmerge werin, lê nehatin. Di wê demê de gelek mirov mirin."

"4 JINAN XWE JI ZINARAN AVÊTIN Û DAWÎ LI JIYANA XWE ANÎN"

Bi hezaran mirov li çiyê dimeşin, tî, birçî, bi birîndarî. Gelekî ketiye şoqê. Vegotina wê zehmet e...

"Bi qasî dunyayê mirî hebûn. Ji bo parastina jin, zarok, îxtiyar û birîndaran, weke mêran em li çend sed metre li qadeke pêş ketin çeperê. Lê belê ajanên çeteyan di nav me de hebûn. Bi şev dema me bêhna xwe vedidan, yên dihatin revandin û kuştin her tim pêşengên me bûn.

Ev endamên çete yên xwe berdabûn nava gel, 15 kesên revandibûn piştî bi rojan serbest berdan. Di nava yên hatin revandin û dûre serbest hatin berdan de 4 jin jî hebûn;

"Ew jin, demeke kurt piştî ketin nava me xwe ji zinar avêtin û dawî li jiyana xwe anîn. Em bawerin ev 4 jin rastî îşkence û destavêtineke giran hatine, lewma dawî li jiyana xwe anîn. Di tevahiya rêwîtiyê de em weke koma li pêş a di çeperê de, me hemû şopên hovîtiyê dîtin. Dîmenê 2 zarokên serjêkirî her şev dikeve xewna min. Her wiha li ser rê, me bi dehan jinên îxtiyar ên zêdeyî 50 salî dîtin ku rastî destavêtinê hatine, bi awayekî tazî û gule li eniya wan ketiye, mirî dîtin. Gerîlayan ew li betaniyê pêçandin û ji bo wan goristanek çê kirin."

14 ROJÊN LI ÇIYÊ...

Dema behsa gerîla tê kirin çavê Evdo tijî hêstir dibe. Behsa rasthatina li gerîla dike:

"Kêm mabû em xwe bigihîne gundê Cidalê. Zarokan, ji neçarî dest bi terikandina dê, bavan, dayikan jî ji ber nekarî şîr bidin dest bi terikandina bebekên xwe dikirin. Kêliyên ku zehmet e bên vegotin. 14 roj derbas bûbûn, em li çiyê bûn. Piştî wê demê gerîla em pêşwazî kirin. Hîn bêtir alîkarî dabûn komên beriya me. Lê belê ji ber ku yên herî zêde ji pêşmerge bawer dikirin û li wir mabûn em bûn, em koma dawî bûn. Gerîlayan jiyana xwe xistin xeteriyê, xwe ji bo me kirin mertal û em rizgar kirin. Windahiya herî zêde ya gerîla jî di wê demê de rû da. Heqê wan nayê dayîn!"

"MIN PKK NÛ NAS KIR"

Evdo dema behsa gerîla dike, kêliyekê disekine. Di tevahiya sohbetê de destnîşan dike ku PKK'ê jiyana gelê Êzidî rizgar kiriye û timî minetdariya xwe ji bo gerîla tîne ziman. Nêrîna wî ya beriya komkujiyê meraq dikim û pirsa "Der heqê PKK'ê de hûn berê çi difikirîn?" dikim û Evdo vê bersivê dide;

"Zûdeyî haya min ji PKK'ê hebû. Lê bi awayekî vekirî bêjim, nêrîneke min a zelal nebû. Lê li Ewropayê min gelek tiştên neyînî bihîst. Bi taybetî jî derdorên Tirk ên li Elmanyayê bi awayekî gelekî nebaş behsa PKK'ê dikirin. Ez jî hingî li heman tiştî difikirîm."

-Behsa çi dikirin?

-Digotin PKK gund şewitandiye, sivîl kuştiye, bi zorê mirov derxistine çiyê. Ji ber vê yekê ez xwedî hin nêrînên neyînî bûm.

-Ev îdîa piştî bi salan derew derket. Haya we jê çê bû?

-Ya rast, na. Ji xwe sedema ku bandoreke zede li min kir ev bû. Bi qirkirina hat serê me re min PKK nas kir. Ji bo mirov fêm bike ku gotinên li Ewropayê derew in, mirov bi tenê li çavên gerîla binêrin ew bes e!

Ya ku herî zêde bandor li Evdo kiriye ew e ku gerîla dayik û zarokên malbatan ji neçarî li çiyê hiştibûn, bi şerê i hemberî DAIŞ'ê re rizgar kirine û anîne cem malbatan. Dipirse, "Gelo ji vê pîroztir tiştekî din heye?" Ji bo mijara "ji dest dayîna jiyanê ya gelek gerîlayan di şerê li hemberî DAIŞ'ê de" Evdo dibêje, "Mînaka mirovahiyê ye ku divê ders jê bê girtin."

"PÊŞMERGEYAN ÊZIDÎ GIRTIN"

Xelef Evdo ji koma herî dawî hatiye Bakurê Kurdistanê ye. Daxwaza wî ya herî mezin vegera li Şengalê ye, lê belê dixwaze destpêkê xwe bigihîne xaka xwe Mîdyadê.

Destnîşan dike ku ew xwe ewle dibîne û dibêje, "Ez dixwazim li vê derê bi malbata xwe re jiyanekê ava bikim."

Evdo diyar dike ku Başûr ne ewle ye lewma ew nafikire vegere û destnîşan dike ku eger PKK bang bike, ew ê vegere.

Evdo îdîayeke xwe jî wiha tîne ziman;

"Min ev yek ji mirovekî bihîsta min ê bawer nekiriba, lê bi xwe bûm şahid. Li Zaxo û Duhokê niha Êzidiyên ku pêşmergeyan ew ji mirinê re terikandin, ji aliyê pêşmergeyan ve hatin girtin. Di ser re derewan dikin û dibêjin; Ev endamên DAIŞ'ê ne, lewma me ew girtin."

Evdo di vî warî de xwedî îdîayeke dine jî. Diyar dike ku qirkirina hatiye serê wan ne tenê êrîşa DAIŞ'ê ye, parçeyek ji planên li ser Kurdistanê ye.

Der barê reva pêşmergeyan de wiha dibêje; "Çekên xwe veşartin. Çê dibe ku pêşmerge bi tenê xwedî debanceyekê be?"

-Çima ev kirin?

-Ne tenê ez her kesê Êzidî yê rastî vê qirkirinê hat difikire ku pêşmerge ewçend bêtecrûbe nîne. Ji bo ji Ewropayê, ji cîhanê çekan bistîne dest û lingê xwe girê dan û rûniştin. Alîkariya çekan stendin. Niha jî difikirin ku ser mijarê çawa bigirin, lewma deng ji wan dernakeve.

SIBÊ: Li qûntarên Cûdî komunek, Qada Jiyana Azad a Şehîd Bişeng...