Meclîsa Aştiyê li Roboskî ye
Meclîsa Aştiyê li Roboskî ye
Meclîsa Aştiyê li Roboskî ye
Meclîsa Aştiyê ya Tirkiye bi wesîleya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê malbatên gundê Roboskî ziyaret kir. Di ziyaretê de Berdevkê Demê yê Meclîsa Aştiyê Hakan Tahmaz da diyarkirin ku aştiya Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka kurd di Roboskî re derbas dibe û got, "Heta ku xwîna vê birînê biherike, yanî heta Tirkiye bi Roboskî re rû bi rû neyê çareserkirina pirsgirêka kurd û rondikên dayikan zehmet e rawestin. Heta ne mimkun e."
Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyeyê (MAT), bi wesîleya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê gundê Roboskî ziyaret kir ku di 28'ê Kanûna 2011'an de ji aliyê balafirên artêşa Tirk ve piraniya wan zarok 34 hemwelatiyên sivîl li wir hatibûn qetilkirin. Di ziyaretê de heyeta ku bi malbatên Roboskî re hevdîtin çêkirin, paşê bi malbatan re çûn serdana goristana kesên jiyana xwe ji dest dane. Piştî ji bo kesên ku di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane deqiqeyek rêz hat girtin, Berdevkê Demê yê Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyeyê Hakan Tahmaz got ku ji Êlih, Amed, Sêrt, Mêrdîn û Stenbolê ji bo birîna Roboskî ya xwîn jê tê hatine û wiha berdewam kir, "Tirkiye bûyera herî mezin a salên dawî li Roboskî jiya. Em jî dibêjin ku pêwîst e êdî ev eş û xwîn raweste."
'HETA TIRKIYE BI ROBOSKÎ RE RÛ BI RÛ NEYÊ…'
Tahmaz di berdewama axaftina xwe bal kişand ser pêvajoya çareseriyê ya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em wek pêvajoyeke pêşîlêvkirina çareserkirina pirsgirêka Kurd dibînin. Ji ber vê sedemê em wer bawer in ku aştiya Tirkiyeyê û çareserkirina pirsgirêka Kurd di Roboskî re derbas dibe. Heta ku xwîn ji vê birînê were, yanî heta Tirkiye bi Roboskî re rû bi rû neyê çareserkirina pirsgirêka kurd û rondikên dayikan zehmet e rawestin. Heta ne mimkun e."
Tarhan di dawiya axaftina xwe de da xuyakirin ku divê tevayî Tirkiye êşên malbatên Roboskî parve bike û got "Bi bilindkirina dengê xwe ji bo aştî mayînde bibe divê em têkoşînê berdewam bikin."
ENCU: 613 ROJ IN EDALET NEHAT CIH!
Li ser navê malbatên Roboskî Endamê Meclîsa Partiyê ya BDP'ê Ferhat EncU jî ku bixêrhetina koma Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyeyê kir û destnîşan kir ku tevî ku 613 roj li ser qetlîama Roboskî re derbas bûne jî edalet nehatiye cih û bal kişand ser xusûsa ku dosyaya doza Roboskî li şûna dadgeha sivîl radestî dadgeha leşkerî hatiye kirin.
Encu wiha berdewam kir: "Em jî 87 hefteyan e her roj ji vir daxwazên xwe yên edaletê tînin ziman û bi raya giştî re parve dikin. Lê mixabin, tevî ku heta niha daxwazên me yên edaletê nehatin cih wek malbatên Roboskî li hemberî me zexteke mezin, tehdît û polîtîkayeke çewisandinê tê meşandin. Em ê tevî hemû zext û tehdîtan jî lêgerîna xwe ya edaletê berdewam bikin."
Encu di axaftina xwe de ku got, "Îro 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ye" û wiha axivî: "Em di vê ferqê de ne ku çi qasî pêwîstiya me bi aştiyê heye. Ji bo careke din qetlîamên Roboskî rû nedin, divê bi lez aştiyeke bi rûmet bê Kurdistan û Tirkiyeyê."
Herî dawî aktîvîstên aştiyê Îbrahîm Yaylali û Meral Geylanî destnîşan kirin ku ji bo kiryarên Qetlîama Roboskî derkevin holê, doza Roboskî ji dadgeha leşkerî bê wergirtin û veguhêze dadgeha sivîl kampanyaya îmzeyan dane destpêkirin.