Meclîsa Aştiyê wê roja 1'ê Îlonê li Roboskî be

Meclîsa Aştiyê wê roja 1'ê Îlonê li Roboskî be

Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyê, wê di 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de li Roboskî be.

Heyeta Meclîsa Aştiyê, ji bo parvekirina êşa malbatên Roboskiyî yên xizmên xwe di bombebarana artêşa Tirk de wendakirine, wê roja 1'ê Îlonê biçe Roboskî.

Heyet wê êvara 31'ê Tebaxê bi malbatên Roboskiyî re rûnê û roja 1'ê Îlonê jî biçe serdana gorên 34 Kurdên di encama bombebarana balafirên şer ên Tirk de jiyana xwe ji dest dan.

Di nava heyetê de Hîndekarên Zanîngeha Sabanci Betul Çelîk, Dr. Meral Sakliyan, rojnamevan Fatîh Polat, Tûba Tekerlek, Ozgur Mûmcû, Mujgan Halî, Berdevkê Demî yê Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyê Hakan Tahmaz, endamên Sekreteryayê Abdulhekîm Daş, Sema Solakli, Mehmet Şîrîn Tûnç û aktîvîsta aştiyê Fîgen Ovat cih digirin.

Meclîsa Aştiyê par jî 1'ê Îlonê bi heyete ji 30 kesan li Roboskî pêşwazî kiribû.