Meclîsa BDP'ê kom bû

Meclîsa BDP'ê kom bû

Meclîsa BDP'ê li Navenda Giştî ya BDP'ê kom bû. Di civînê de têkildarî nameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji BDP'ê re şandin agahiyê didin endamên Meclîsê.

Endamên Meclîsa BDP'ê di bin serokatiya Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak de li avahiya BDP'ê kombûn. Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş jî piştî civîna komê hate Navenda Giştî ya BDP'ê û tevlî civînê bû.

Hate zanîn ku di civînê de ji endamên Meclîsê re têkildarî nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji BDP'ê re şandî agahî tên dayîn.