Meclisa Çêkirina Qanûnan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk sibe dicive
Meclisa Çêkirina Qanûnan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk sibe dicive
Meclisa Çêkirina Qanûnan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk sibe dicive
Meclîsa Çêkirina Qanûnan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li ser banga Dîwana Meclîsê sibe (31’ê Kanûn) li hev dicive.
Dîwana Meclîsa Çêkirina Qanûnan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk duh li Navenda Peywendiyên Dîplomatîk a li bajarê Qamişlo civîna xwe lidar xist. Di civîna ku ji çapemeniyê re girtî pêk hat de, xebatên komîteyên “Amadekirina qanuna hilbijartinê”, “Hevpeymana civakî” û “rengê rêveberiyê” û serlêdanên ji bo tevlîbûna rêveberiya xweser hatin nirxandin.
Piştî civînê endamê Dîwana Meclîsê Mehemed Şêxî agahî dan. Şêxî diyar kir ku wan xebatên komîteyan û çend serlêdanên din ên ji bo tevlîbûna rêveberiya xweser nirxandine. Şêxî got ku wan di encama nirxandinan de serlêdanên Meclîsa Biratiya Gelan a Hesekê û Yekîtiya Ciwanên Kurd qebûl kirine.
Mehemed Şêxî anî ziman ku di civînê de her wiha biryar girtine ku banga civînê Meclîsa Çêkirina Qanûnan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Demkî bikin. Şêxî got ku civîn dê sibe (31’ê Kanûnê) de bê lidarxistin.
Çav li rê ye ku di vê civîna Meclîsê de xebatên komîteyên “rengê rêveberî”, “hevpeymana civakî” û qanûnên hilbijartinê” bêne nirxandin û erêkirin.