Meclîsa Demokrasî û Aştiyê ya Ewropayê li hev kom bû

Meclîsa Demokrasî û Aştiyê ya Ewropayê li hev kom bû

Meclîsa Demokrasî û Aştiyê ya Ewropayê, civîna xwe ya yekemîn di 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de pêk anî. Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal di civîna li bajarê Elmanya Dusseldorfê de axivî û diyar kir ku pêvajoya çareseriyê ketiye qonaxeke krîtîk û got, "Divê ev meclîs hemû beşên civakê bi rêxistin bike û li dijî hêzên hewl didin pêvajoyê têk bibin, têbikoşe."

Meclîsa Demokrasî û Aştiyê ya Ewropayê, ku yek ji biryarên girîng ên Konferansa Demokrasî û Aştiyê ya li Brukselê bû, yekemîn civîna xwe li bajarê Elmanya Dusseldorfê pêk anî.

Di civînê de ji sazî û dezgenên Çerkez, Laz, Rûm, Asûrî, Ermenî, Kurd, Tirkiyeyî, nûnerên baweriyên Elewî û Êzidî 74 delege beşdar bûn.

Civîn wê tevahiya rojê dewam bike û tevî hilbijartina komîsyon û rêveberiya Meclîsa Demokrasî û Aştiyê ya Ewropayê, wê ji bo dema pêş plansaziyek bê amadekirin.

Civîn bi hilbijartina dîwanê destpê kir. Ji bo dîwanê Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal, Zeynel Ozen û Esra Demîr hatin hiblijartin. Dûre li ser navê komîteya amadekar Remzî Kartal axaftina vekirinê ya civînê kir.

KARTAL: DIVÊ EM HEWLDANÊN DIJBERÊN PÊVAJOYÊ PÛÇ BIKIN

Kartal da xuyakirin ku Rojhilata Navîn û Tirkiye di pêvajoyeke krîtîk re derbas dibin û got, "Rojhilata Navîn dikele. Li Tirkiyê pêvajoyeke gelekî girîng tê jiyîn. Divê meclîsa me aştî û demokrasiyê bi pêş bixe. Pêwîste em vê mesajê bigihînin gelemperiya civakê."

Kartal di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya konferansên li Enqere-Amed û Brukselê û got, "Li dû van her sê konferansan wê di rojên pêş de li Hewlêrê konferans pêk were. Ev konferansên mijara gotinê bi mîsyoneke dîrokî bi biryardariyeke mezin tên lidarxistin. Ev meclîs jî di encama van konferansan de derketiye holê. Ji ber vê yekê bendewariya raya giştî ya ji me gelek e. Divê meclîs, têkoşîna ji bo Tirkiyeke demokratîk a li ser bingeha wekheviya gelan, ji raya giştî re vebêje û wan birêxistin bike. Û divê em li dijî dijberên pêvajoyê têbikoşin."

Civîna meclîsê bi axaftina beşdaran dewam dike.